Serokê Federasyona Nanpêjan: Nûçeyên zêdekirina bihayê nan ne rast in

21-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Federasyona Nanpêjan a Tirkiyê Bihayê Nan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Federasyona Nanpêjan a Tirkiyê Halil Îbrahim Balci li ser rojeva zêdekirina bihayê nan diyar kir ku nûçeyên li ser zêdekirina bihayê nan wek 10 heta 12 lîreyên Tirkî ne rast in.

Serokê Federasyona Nanpêjan a Tirkiyê Halil Îbrahim Balci roja Înê 21ê Temûza 2023an li ser rojeva zêdekirina bihayê nan daxuyaniyek da.

Balci amaje bi wê yekê dide ku di rojeva wan de zêdekirina bihayê nan nîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên sektora nan jî ligel Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Çandinî û Daristanê gotûbêjên wan çêbibin.

Serokê Federasyona Nanpêjan a Tirkiyê Halil Îbrahim Balci li ser zêdekirina bihayê nan got, “Ew nûçeyên ku doh û îro li ser zêdekirina bihayê nan hatine belavkirin ne rast in. Tê gotin bihayê nan dê derkeve 10 heta 12 lîreyan. Tiştekî wiha nîne.”

Halil Îbrahim Balci lê zêde kir, “Li seranserî welatê me kîloya nan herî zêde bi 35,5 lîreyan e. Kes û saziyên ku erka wan ya zêdekirina bihayê nan nîne û nûnertiya nanpêjan nakin, ji bo raya giştî li ser bihayê nan ku xwarineke sereke ya jiyanê ye daxuyaniyan didin û kanalên televîzyonê jî wan nûçeyan belav dikin. Em vê yekê rast nabînin. Me beriya niha jî di civînên xwe de gotibû divê daxuyaniyên bi vî awayî neyên qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst