Serokê CHPyê: Biryarên Doza Kobaniyê dê bên betalkirin

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel diyar ku biryarên Doza Kobaniyê siyasî ne û got, “Biryarên dozê dê bên betalkirin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel îro di civîna grûpa partiya xwe de derbarê biryarên Doza Kobaniyê axivî.

Ozgur Ozel ragihand ku ew biryarên Doza Kobaniyê hiqûqî nabînin û ew biryar siyasî ne.

“Pêwendiya Demîrtaş bi Yasîn Boru re nîne”

Ozel ameje bi bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an kir û got:

“Ne Demîrtaş ne siyasetmedarekî din an jî kesekî din, pêwendiya wan bi kuştina Yasîn Boru re nehatiye dîtin.

Yek ji wan jî ji ber wê pêvajoya ku mirov tê de hatine kuştin ceza wernegirtiye.

Tenê ji ber tweetan û gotinên ku kirine ceza wergirtine.”

“Me hestên xwe yên hevgirtin ji wan re anîn ziman”

Ozel da zanîn ku wî piştî biryarê pêwendî bi hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaşê û Fîgen Yuksekdag kiriye û got:

“Me ji wan re helwesta xwe ya li ser biryarên dadgehê eşkere kir û me hestên xwe yên hevgirtin û piştevaniyê ji wan re anîn ziman.”

“Doz siyasî ye”

Serokê Giştî yê CHPyê herwiha got:

“Kesên ku Erdogan dibêje bila bên cezakirin ew tê cezakirin. Yên ku Erdogan di wijdana xwe de mehkum dike ew tên cezakirin.

Şandeya dadgehê biryareke wiha da ku dê teqez an dadgeha îstînafê yan dadgeha bilind an jî nebû dê dadgeha destûrê betal bike.

Me her tim gotiye ev doz ne hiqûqî ye û siyasî ye. Em dê her tim vê yekê bibêjin.”

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirbûn.

Doza Kobaniyê piştî êrişa DAIŞê ya ser Kobaniyê,  ji ber protesto û nerazîbûnên di 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ên li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê de sala 2016an li dijî siyasetmedarên HDPyê hatibû vekirin.

Di wan xwepêşandanan de 46 kes hatibûn kuştin û 682 kes jî birîndar bûbûn.

Siyasetmedarên HDPyê di Doza Kobaniyê de wek berpirsên destpêkirina wan xwepêşandanan tên tohmetbarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst