Parlamenterê Kurd dibêje Pirsgirêka Kurdan nîne û yê Tirk jî dibêje heye

11 demjimêr berê
RÛDAW
Parlamenterê Kurd dibêje Pirsgirêka Kurdan nîne û yê Tirk jî dibêje heye/Wêne: Ji ber dîmenan
Parlamenterê Kurd dibêje Pirsgirêka Kurdan nîne û yê Tirk jî dibêje heye/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê AK Partî DEM Partî Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê ku Kurd e got, “Pirsgirêka Kurdan nîne.”

Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê yê Tirk jî anî ziman, “Pirsgirêka Kurdan heye û em ji bo çareserkirina wê ya bi rêya demokratîk û aştiyane têdikoşin.”

Li Parlamentoya Tirkiyeyê gotûbêjên li ser budceya sala 2025an bi dawî hatin.

Di hevdîtinên roja pêncşemê de dîsa rojeva sereke ya gotûbêjan Pirsgirêka Kurdan û Rojavayê Kurdistanê bû.

Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê yê Kurd diyar kir ku Pirsgirêka Kurdan nîne û hatiye çareserkirin.

Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê Adem Çalkin anî ziman:

“Gotina Pirsgirêka Kurdan nîne ji aliyê kesên niyeta wan xirab ve tê berovajîkirin.

Em vê yekê zelal bikin. Me bi ti awayî bi nêrîneke înkarkirinê li mijarê temaşe nekir.

Ji ber vê jî li gorî me li welatê me Pirsgirêka Kurdan nîne.

Ji ber ku ev mijar di serdema AK Partiyê de hat çareserkirin.”

“Em ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan têdikoşin”

Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê yê Tirk jî da zanîn ku Pirsgirêka Kurdan heye û nehatiye çareserkirin.

Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç got:

“Destpêkê li dijî qeyûman derkevin, li dijî xesbkirina îradeya gel derkevin, li dijî wan parêzgaran derkevin, ên di qada hikûmî de li dijî bikaranîna Kurdî ne û nivîsa Pêşî Peya rakirin.

Li dijî wan qeyûmên ku pirtûkxane û dersxaneyên Kurdî girtin derkevin.

Li dijî rakirina tabelayên Kurdî derkevin.

Heta hûn van tiştan nekin hûn li vê derê 40 carî jî bêjin, Pirsgirêka Kurdan nîne, Pirsgirêka Kurdan heye û em ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a bi rêya demokratîk û aştiyane têdikoşin.”

Li Parlamentoya Tirkiyeyê di gotûbêjên budceya sala 2025an de ku 9ê mehê dest pê kir budceya wezaretan û saziyên hikûmî hatin qebûlkirin.

Di gotûbêjan de mijara sereke Pirsgirêka Kurdan û Rojavayê Kurdistanê bû û gelek caran di navbera parlamenteran de nîqaşên tund derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst