Hewlêr (Rûdaw) - Cêwiyên çiyager ên Belarûsî yên li parêzgeha Nîgdeyê ya Tirkiyeyê winda bûbûn li parêzgeha Qeyseriyê hatin.
Xwişkên cêwî Valentina û Maria Ivankova 17ê Çiriya Paşîn li Çiyayê Aladaglarê yê navçeya Çamardiyê yê parêzgeha Nîgdeyê ya Tirkiyeyê winda bûbûn.
Ji bo dîtina cêwiyan tîmên UMKE û AFADê û tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan li herêmê lêgerîn dabû destpêkirin.
Parêzgariya Nîgdeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku her du xwişk di encama lêgerînan de li Daristanên Hacerê yên navçeya Yahyaliyê ya parêzgeha Qeyseriyê hatine dîtin.
Her wiha parêzgariyê da zanîn ku rewşa cêwiyên ciyager baş e û tîmên tenduristiyê ew birin Qeyseriyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse