Li Êlihê keçeke 26 salî ev 3 roj in winda ye

11-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rojvelat Kizmaz Êlih Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Êlihê Rojvelat Kizmaza 26 salî ji roja înê ve winda ye û heta niha jî çarenivîsa wê nayê zanîn.

Malbata wê ji gelê Êlihê alîkarî xwest.

Li gorî agahiyan, Rojvelat Kizmaz roja Înê saet 10:30î ji mala xwe ya li Taxa Petrolê derketiye careke din agahî jê nehatiye wergirtin.

Birayê wê yê mezin Mehmet Kizmaz ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ti pirsgirêkên tenduristî yan malbatî yên Rojvaletê nebûn.

Mehmet Kizmaz diyar kir ku beriya niha xwişka wî hewl da ku biçe Ewropayê, ji bo vîzeyê serlêdan kiriye lê ew daxwaza wê hatiye redkirin û got:

“Xwişka min zanîngeh qedandiye û keseke hişyar e. Pirsgirêkên wê tune bûn.

Îro roja sêyem e û hîn jî winda ye, lewma em ji ewlehiya wê bi endîşe ne.”

“Bila gelê Êlihê çavên xwe veke”

Mehmet Kizmaz herwiha diyar kir ku di roja ewil a windabûna Rojvelatê de ew çûne Rêveberiya Ewlehiyê lê wan heta niha bersivek wernegirtiye.

“Ev sê roj in em bi derfetên xwe tax bi tax, kuçe bi kuçe digerin.

Çeteyên ku bazirganiya mirovan dikin hene, her cure mirov hene, em nizanin.

Daxwaza me ji gelê Êlihê ev e, bila çavên xwe veke. Eger kesekî dît an jî bihîst bila ji kerema xwe re alîkariya me bike.

Tiştê ku em îro hatiye serê me dibe ku sibe yan rojeke din bê serê hinek kesên din jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst