ÊLIH - Cenazeyê jinekê hat dîtin, dibe ku yê Rojwelatê be

12-02-2024
Nîşan Rojwelat Kizmaz Êlih Winda Bendava Heskîfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Bendava Heskêfê de termê jinekê hat dîtin. Tê texmînkirin ku ev term ê Rojwelat Kizmazê be.

Rojwelat Kizmaz roja 9ê Sibatê ji mala xwe ya li Taxa Petrolê ya Êlihê derketibû û winda bûbû.

Birayê wê yê rojnemeger Mehmet Kizmaz, doh li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan cilên xwişka xwe li kêleka Bendava Heskîfê dîtine.

Rojnameger Metîn Yoksu bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku termê Rojwelatê li navçeya Heskîfê ya Êlihê hatiye dîtin.

"Hîn ne diyar e"

Mehmet Kizmaz jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Cenazeyek hat dîtin lê hîn ne diyar e bê yê xwişka min e yan na.”

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) jî da zanîn ku ew li termê Rojwelata 26 salî digeriyan û wan termê wê hatiye dîtin.

Rojwelat Kizmaz 9ê Sibatê ji mala xwe ya li Taxa Petrolê ya Êlihê derketibû û winda bûbû.

Malbata wê heman rojê saziyên ewlehiyê yên Êlihê derbarê wendabûna keça xwe de agahdar kiribûn.

Kizmaz doh rexne li saziyên ewlehiyê yên Êlihê girtin û got:

“Nelet be li bendavên we yên ku canê me ji me stand, li saziyên we yên ku hatine bê erkdarkirin, nelet be, nelet be.”

Kizmaz di peyama xwe ya Xê de wiha berdewam kir:

“9 Sibatê roja ku xwişka min winda bû, me qereqol û rêveberiya ewlehiyê ya bajêr agahdar kirin lê wan heta îro telefonek jî ji malbata me re venekir.

Em bi xwe 3 rojan bost bi bost li kolanên Êlihê geriyan. Roja ku xwişka min winda bû, me ji rêveberiya ewlehiyê re got, ‘Dibe ku çûbe Heskîfê’ lê îro me bi xwe tesbît kir ku xwişka me li Heskîfê bûye.

Pêwîst bû rêveberiya ewlehiyê ya bajêr, Rêveberiya Ewlehiyê ya Heskîfê û cendirme agahdar bikirina lê me îro ew agahdar kirin.

“Daxwaza me hat redkirin”

Piştre jî em bi xwe li Heskîfê û li peravên Dîcleyê geriyan.

Me bi xwe cilên xwişka min li kêleka avê dîtin. Daxwaza me ya ji bo lêgerîna bi beleman bi hinceta ku kaptan li derveyî bajêr e, hat redkirin.

Niha jî piştî ku me cilên xwişka xwe dîtin, çawa dibe belema lêgerînê bi carekê re şixulî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst