HAT NÛKIRIN - Doza kuştina nivîskarê Kurd Mûsa Anter hat paşxistin

20-06-2022
RÛDAW
Nîşan Doz Mûsa Anter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza zana û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku berî 30 salan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibû kuştin îro li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hat dîtin û doz bo 15ê Îlona îsal hat paşxistin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî ragihand doza kuştina nivîskarê Kurd Musa Anter ku îro 20ê Hezîrana 2022ê çêbû de dadgehê biryar da doz bo 15ê Îlona 2022ê bê paşxistin.

Doza kuştina nivîskarê Kurdi Musa Anter ku tenê 3 meh mane 30 sal di ser dozê re derbas bin di vê rûniştinê de bi encam nebû û eger heye û otomatîkî doz dikeve.

Di rûniştina herî dawî de parêzerên Anter ji dadgehê daxwaz kiribûn ku bihûrîna demê di çarçoveya dozê de ji rojevê bê derxistin lê ev hatibû redkirin. Herwiha şanda dadgehê biryar dabû ku ji bo parastina Abdulkadir Aygan bê wergirtin nivîsek ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re bê nivîsandin û girêdayî mirina bertawan Cemil Işik ji bo peywendî bê çêkirin li benda Wezareta Dadê bimînin.

Di ser kuştina Apê Mûsa ango Musa Anter re sê meh mane ku 30 sal derbas bibin lê hê jî doza kuştina wî negehiştiye encamekê û kujer nehatine cezakirin. Ji ber eger  di ser vê kuştinê re 30 sal derbas dibe û dadgeh heta 20ê Îlona îsal kujeran ceza neke dê doza Musa Anter bi awayeke otomatîkî bikeve û kujer dê bê ceza bimînin.

Beriya 30 salan di 20ê Îlona 1992ê de li Taxa Seyrantepe ya Amedê li kuçeya 442an, çinara çapemeniya Kurdî Mûsa Anter li gor îdîayan ji aliyê JÎTEMê ve ku baskê dewletê ye hat kuştin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst