Demîrtaş: Doza Kobaniyê ji sînorên Tirkiyeyê derketiye

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê de got,"Doza Kobaniyê ji sînorên Tirkiyeyê derketiye û bandorê li hemû siyasetê dike."

Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin, îro li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bi rê ve diçe.

Demîrtaş di parastina xwe îro de got:

“Doza kûmpasa (fêl) Kobaniyê de tenê du bêje ne û parastin jî du bêje bûn. Bandorê li hemû siyasetê dike, bandorê li kursiyan jî dike.

Desthilatê jî û mixalefetê jî li gorî wê helwest wergirt. Bandora dengên HDPyê ya ji sedî 13,8 ji bandora dengên AKPyê ya ji sedî 42 zêdetir bû.

Kesekî li ser dengên AKPyê nîqaş nekir. HDP dibû partiyeke navendî, Îslamiyên siyasî çima tirsiyan, ez ji destpêka parastina xwe ve dixwazim vê yekê bibêjim.

Ji ber wê bi matmayî li vê dozê dinêrin ku divabû parastina wê bi du bêjeyan temam bibûya.”

“Bahçeli rasterast midaxeleyî Doza Kobaniyê dike”

Demîrtaş wiha behsa destwerdana aliyên netewperest ê di Doza Kobaniyê de kir û got:

“Ez dixwazim îro behsa pêwendiya netewperestan û doza kûmpasê (fêl) bikim. MHP li kû derê ya vê dozê ye? Armanca MHP tenê ne ev doz e.

Bahçeli dixwaze li ser navê min, hemû Kurdan wekî terorîst nîşan bide. Di her axaftina xwe de dibêje Demîrtaşê terorîst. Ma wateya navê min a li cem Kurdan nizane? Dizane.

Ji Kurdan re dibêje `Hûn terorîst in, ji Tirkan re dibêje `Hemû Kurd terorîst in.”

Demîrtaş behsa gendeliyên li damezrandina nav saziyên Tirkiyeyê kir û got:

“Berî ez bêm, min li dîmenên alîkarê wezîrekî yên bertîlê temaşe kirin. Pêştir di civîna TUGVAyê de şerek bûbû, vî cîgirê wezîr gotibû, `Ev der welatekî Îslam e.` Îro dema ku heqê xelkê dixwar hat tomarkirin. Rûreşên dirûtiyê ne.”

“Piştî 7 salan ji doza me beraat dernakeve”

Demîrtaş herwiha got:

“Piştî 7 salan ji doza me beraat dernakeve û dê doza me jî biçe 3yemîn Daîreya Dadgeha Bilind (Yargitay). (ji bo endamên dadgehê) Cubeyên deynin, em dê rozetên AKP û MHPyê bibînin.

Dewlet li dijî me ye, em dewletê bi her tiştê wê nas dikin. Çavdêriya we jî dikin û guhdariya we dikin.

Dê rojekê pêwîst be, dewlet dê tesfiye bike. Em dê rojekê bibînin. Dewlet zarokên xwe dixwe, xwe paqij dike. Kevneşopiya dewleta Tirk wiha ye.

Ev doz dozeke ku ji sînorên Komara Tirkiyeyê derketiye û dê bandora wê berdewam be. Vê kêliyê jî bandorê li siyasetê dike.

Hesab li ser vê dozê tên kirin. HDPyê perdeya şanoyê vekir û dik diyar bû. Temaşevanan dik dit, dekor dît, îstik dît. Ji ber vê yekê dixwazin perdeyê bigrin lê êdî dik hat dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst