Erdogan li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser biryarên Doza Kobaniyê got, “Bûyerên 6-8ê Çiriya Paşîn hewla serhildana li dijî dewletê ye.”

Herwiha Erdogan got, “Em kêfxweş in ku 10 sal piştî hewldana serhildanê, her çend dereng be jî, edalet pêk hat.”

Doza 108 siyasetmedarên Kurd a ku bi navê “Doza Kobaniyê” dihat zanîn bi cezayên giran bi dawî hat.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê 16ê Gulanê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereya paytexta Tikriyeyê beşdarî merasîma darazê bû û tê de axavtinek kir.

Peyama Doza Kobaniyê

Erdogan piştî biryarên Doza Kobaniyê cara yekem li ser mijarê axivî û wiha got:

“Bûyera 6-8ê Çiriya Paşîn bi tu awayî ne xwepêşandaneke protestoyî ye.

Ew hewldaneke terorê bû ku 37 welatiyên me şehîd ketin.

Li 35 bajarên welatê me xwîna kesên bêguneh hatiye rijandin.

Di nav kesên hatine qetilkirin de Yasîn Boru jî heye.

Helbet dê hiqûq hesab ji van bipirse. Ti kes nikare 6-8ê Çiriya Paşînê merûz bibîne.

Bûyerên 6-8ê Çiriya Paşîn hewla serhildana li dijî dewletê ye.

Em kêfxweş in ku 10 sal piştî hewldana serhildanê, her çend dereng be jî, edalet pêk hat.”

12ê Îlonê û 28ê Sibatê

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser darberyên 12ê Îlonê û 28 Sibatê wiha anî ziman:

“Edalet tê ew e ku sûcdar di girtîgehê de û masûm li derve bin.Edalet wekî milet garantiya hizûra me ye.

Têgihiştina edalet cihê xwe dît çiqas bi hêz bibe civak jî dê hewqas xwe di ewlehiyî de hîs bike.

Di têkoşîna xwe ya xurtkirina îradeya netewî de me hesab ji bi kevneşopiya derbeyê ya li welatê xwe pirsî.

Yên ku 12ê Îlonê û 28ê Sibatê darbe kirin ji aliyê dadgehên serbixwe yên Tirk ve bê ceza neman.

Heman tişt ji bo hewla darbeya 15ê Tîrmehê jî derbasdar e. Yên ku 253 welatiyên me şehîdkirine dê rûyê rojê nebînin.

Em dê pêşiya endamê FETOyê yên reviyane derveyî welat bernedin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst