DOZA KOBANIYÊ - Li Amed, Mêrdîn û Bedlîsê qedexe hat ragihandin

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Qedexe Amed Mêrdîn Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariyên Amed û Mêrdîn û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê li ser biryarên Doza Kobaniyê 4 rojan li wan bajaran hemû cûre çalakî qedexe kirin.

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd hatin eşkerekirin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 29 sal ceza jî da Fîgen Yûksekdagî.

Herwiha Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji Doza Kobaniyê ceza wergirt.

Parêzgariya Amedê îşev bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 16ê Gulanê heta 19ê Gulanê her cûre çalakî hatin qedexekirin.

Di daxyaniyê de wisa hatiye gotin:

“Ji bo parastina nîzam û ewlehiya giştî ya can û malê welatiyan, her cure çalakiyên ku tê xwestin li qadên vekirî werin li darxistin (kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina konan, belavkirina belavok/broşur, daliqandina afîş/pankart û hwd… ji saet 18.45ê roja 16.05.2024ê heta saet 23.59ê roja 19.05.2024ê, di nav sînorên parêzgeh û navçeyên me de (herêma cendirmeyan jî tê de) 4 rojan qedexe ye.”

Herwiha Parêzgariya Mêrdînê 4 rojan hemû cûre çalakî bi heman hincetê qedexe kirin.

Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi armanca parastina can û malê welatiyan her cûre çalakî li îdareya sînorên parêzgehê 4 rojan hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst