Li Parlamentoya Tirkiyeyê biryarên Doza Kobaniyê hatin protestokirin

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê DEM Partî Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryarên Doza Kobaniyê hatin eşkerekirin û parlamenterên DEM Partiyê jî li dijî biryaran derketin û ew biryar protesto kirin.

Di dema eşkerekirina biryarên Doza Kobaniyê de, parlementerên DEM Partiyê bi hilgirtina wêneyên siyasetmedarên Kurd biryar protesto kirin.

DEM Partiyê beriya bi demekê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di dema biryarên Doza Kobaniyê hatin eşkerekirin de çalakiyek li dar xist.

Wêneyên Demîrtaş û Yuksekdagê hatin bilindkirin

Parlamenterên DEM Partiyê wêneyên Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, siyasetmedarên wekî Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û çend siyasetmedarên din ên Kurd hilgirtin.

Parlamenteran DEM Partiyê cezayên hatine dayîn bi lêdana kursiyên parlamentoyê protesto kirin.

Alîkarê Serokê Koma CHPyê Mahîr Başarir li ser protestoya DEM Partiyê ya li Parlamentoyê da zanîn ku parlamento îro hat girtin û dê kar neke.

Li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê hatin kirin ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst