Akar: Di 5 salên dawî de rê li ber hatina derdora 3 milyon koçberan hatiye girtin

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hulusî Akar Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku wan di 5 salên dawî de li ser sînoran rê li ber hatina derdora 3 milyon koçberan bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtine.

Hatina koçberan bo nav  Tirkiyê yek ji mijarên sereke ye ku Hevpeymaniya Millet di hilbijartinan dijî Hevpeymaniya Cumhur wek kartek guşarê bikar tîne.

Di çend rojên borî de jî dîmen û vîdeoyên beşek ji koçberan ku li ser sînoran dihatin nav Tirkiyê li ser medya civakî belav bûn û opozîsyonê li ser vê yekê rexne li hikumeta AK Partiyê girtin û got di parastina sînoran de xemsariyê dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê  û parlamenterê AK Partiyê yê Kayseriyê Hulusî Akar roja Şemiyê 20ê Gulana 2023an di civîneke çapemeniyê de li ser wan dîmen û vîdeoyên koçberan û rewşa koçberên li Tirkiyê axivî.

Akar red kir ku ew vîdeoyê li ser sînorên Tirkiyê hatibin tomarkirin û got: “Hinek aliyan ev video belav kirine û li ser vê hesab dipirsin. Dibêjin sînor wiha û wiha bûne. Destpêkê bizane ew video çi ye. Ew video li ser sînorên Efxansitan-Îran û Efxanistan-Pakistanê hatine tomarkirin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îddîa kir ku wan di 5 salên borî de li ser sînoran rê li ber hatina nêzîkî 3 milyon koçberan girtine. Bi gotina Hulusî Akar ji sala 2016an û şûnde piştî operasyonên Mertala Firatê, Çiqlê Zeytûnê, Kaniya Aşitiyê û Meratala Biharê 1 milyon welatiyên Sûrî yên li Sûriyê û 1 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê jî çûne wan navçeyên ku Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dagîr kirine.

Hulusî Akar herwiha eşkere kir ku piştî erdhejên 6ê Sibatê jî 80 hezar koçberên Sûrî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.

Opozîsyona Tirkiyê behsa wê yekê dike ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 10 milyon koçber hene û li gor amarên fermî nêzîka 3.7 milyon ji wan koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst