Pêvajoya vegerandin û bicihkirina koçberên Sûrî bileztir bûye

31-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Vegerandina Koçberan Bicihkirin Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî serkeftina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de, tê pêşbînîkirin ku lez di cîbicîkirina proseya vegerandina koçber û penaberên Sûrî de ji wî welatî bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bê kirin.

Deverên bicihkirina wan koçberan jî li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ne li Rojavayê Kurdistanê, herwiha li gundewarên herdu parêzgehên Idilib û Helebê ne.

Beşek ji koçber û penaberên Sûrî yên ji Tirkiyê vegeriyane û yên vedigerin yan têne vegerandin, li navçeyên Herêma Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya proseya guherîna demografî de, hatine û têne bicihkirin.

Beşekî din ji wan koçber û penaberan, li parêzgeha Idlib û gundewarê wê, û li gundewarê bakurê parêzgeha Helebê li Cerablus, Bab, Azaz û El-Ra’î, têne bicihkirin.

Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû, heta niha Tirkiyê 100 hezar yekeyên niştecîbûnê li Bakurê Rojavayê Sûriyê, ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî di nav de ne, ava kirine.

33 mêtingeh û komelgehên niştecîkirinê li wan navçeyan hatine avakirin. Armanc ji wan yekeyan, niştecîkirina koçber û penaberên Sûrî yên ku ji Tirkiyê vedigerin yan têne vegerandin.

Li gorî wezîrê navxwe yê Tirkiyê jî, di nava 3 salan de, Tirkiye dê 240 hezar yekeyên niştecîkirinê, li Serê Kaniyê, Girê Spî, Cerablus û Babê ava bike, û 1 milyon penaber wê li wan yekeyan bêne bicihkirin.

Amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê diyar dikin ku li wî welatî û Bakurê Kurdistanê, 3 milyon 411 hezar û 29 koçberên Sûrî, bi awayê “Parastina Demkî” hene.

Her li gorî wan amaran, ji destpêka sala 2023yan ve heta niha, hejmara welatiyên Sûrî yên tomarkirî li Tirkiyê, bi qebareya 124 hezar û 969 kesî kêm bûye.

Wezîrê derve yê Tirkiyê ragihandibû ku heta niha, derdora 500 û 50 hezar koçberên Sûrî ji Tirkiyê vegeriyane Sûriyê.

Ji sala 2016yan ve, heta niha 1 milyon welatiyên Sûrî yên li Sûriyê û 1 milyon koçberên Sûrî yên li ji Tirkiyê vegeriyane, li navçeyên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yên li jêr kontrola Tirkiyê û Hikûmeta Demkî ya Opozisyonê, hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst