Koçberên Sûrî heta niha jî nikarin ji Sûdanê derkevin

07-07-2023
Loloxan
Koçberên Sûrî heta niha jî nikarin ji Sûdanê derkevin
Koçberên Sûrî heta niha jî nikarin ji Sûdanê derkevin
Nîşan Sûdan Koçberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li welatê Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Berevaniya Lezgîn (RSF) de şerê navxwe dest pê kir hejmareke zêde ya xelkên ji welatên din li wir asê man û çend kes jî hatine kuştin. Hejmareke welatiyên Sûrî jî di nav wan kesên ku asê mane de ne.

Koçberê Sûrî Bedredîn Hemûd ligel malbata xwe ji Xertûm a paytexta Sûdanê ji ber şerê navxwe yê wî welatî reviyane û xwe gihandine bajarê Port Sûdanê. Ew niha li bendê ne ji wî welatî derkevin lê ji ber nebûna kirêya rê asê mane.

Koçberê Sûrî li Port Sûdanê Bedredîn Hemûd got, “Em li Xertûm dijiyan lê ji ber şer em ji wir reviyan Port Sûdanê. Em niha di rewşeke zehmet de dijîn. Min li vir dest bi kar kir daku destê xwe ji kesekî re venekim. Xelkê Port Sûdanê pêşwazî li me kirin Xwedê ji wan razî be, em dixwazin vegerin Sûriyê, lê pere bi me re nîn in.”

Li Port Sûdanê jî kesên ku ji ber şerê navxwe yê Sûdanê reviyane, li nav stargehekê hatine bicîhkirin, piraniya wan jî koçberên şerê navxwe yê Sûriyê ne.

Rêveberê stargeha Itîhad Ebnaa el-Şemal Malik NûrulHuda Ebdellah anî ziman, “Navendê pêşwazî li xelkê çend welatan kiriye, di nav wan de welatiyên Sûrî hene ku hejmara wan 1250 kes in. Herwiha me pêşwazî li 59 malbatên Sûdanî  kiriye ku 218 kes in. Em niha mijûlî birêkirina  birayên xwe yên Sûrî ne. Her rojê em Sûriyan vediguhêzin Firokexaneya Port Sûdanê.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, berî şerê navxwe yê Sûdanê ku 15ê Nîsana borî derketibû, nêzîka 100 hezar koçberên Sûrî li wî welatî li ba wan tomarkirî bûn, ji ber şer bi hezaran reviyane derveyî Sûdanê û di encam şer de jî 11 koçberan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst