Piraniya koçberên li Libnanê tevî rewşa zehmet naxwazin vegerin Sûriyê

19-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Piraniya koçberên li Libnanê tevî rewşa zehmet naxwazin vegerin Sûriyê
Piraniya koçberên li Libnanê tevî rewşa zehmet naxwazin vegerin Sûriyê
Nîşan Koçberên Sûrî Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Sûrî yên li Libnanê tevî ku di rewşeke zehmet re derbas dibin û alîkariyên navdewletî li ser wan kêm bûne jî naxwazin vegerin Sûriyê.

Penaberên Sûrî yên li kampeke bajarokê Seed Nayil, li Sehl El-Bîqai ê rojhilatê Lubnanê, di tirsa wê yekê de ne ku bêne vegerandin bo Sûriyê, bi taybetî piştî ku alîkariyên navdewletî ji ser wan hatine birrîn.

Li aliyê din hin kes ji wan jî, bi her awayî hewl didin venegerin welatê xwe.

Penaberê Sûrî yê li Lubnanê Îbrahîm Elkerbo got “Ev du sal û hinek in, ez ji mala xwe derneketime, ji rêbendan ditirsim, ku min bigirin û min bişînin û zarokên min li pey min bimînin. Ez baştir dibînim bimrim, eger kesek bê cem min vê derê, û zarokên min bibe, ez baştir dibînim li pêş zarokên xwe bimirim û bibînin ez dimirim û wan li pey xwe nehêlim.”

Ji ber nearamiya rewşa Sûriyê û tirsa li ser jiyana xelkê, û zehmetiya debara jiyanê, piraniya penaberên Sûrî li Lubnanê, naxwazin vegerin welatê xwe.

Penabera Sûrî ya li Libnanê Xufran Casim dibêje “Em li jêr guşareke derûnî û guşareke darayî dijîn. Zehmet e ez vegerim Sûriyê, hevjînê min ji bo leşkeriyê tê xwestin, êdî eger ez herim Sûriyê hevjînê min dê here ez ê çawa debara jiyana zarokên xwe bikim. Ksekî min li Sûriyê nîne. Ez ê li vê derê bimînim.. Nizanim çi bibêjim, jiyan zehmet e.”

Di demekê de ku 805 hezar û 326 penaberên Sûrî li Lubnanê dijîn, weke ku Neteweyên Yekbûyî ragihandiye, serê her malbatekê ji penaberên Sûrî li Lubnanê tenê 20 dolaran di her mehrkê de werdigire, ku têra pêdiviyên çend rojan nakin, Heftemîn Kongireya Brukselê ji bo Alîkariya Gelê Sûriyê, herdu rojên 14 û 15 hatiye lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst