HRW: Lubnanê zêdeyî 2000 koçberên Sûrî bi zorê vegerandine

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Lubnan Sûriye Koçberên Sûrî HRW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Human Rights Watch dibêje, Lubnanê bi hezaran koçberên Sûrî girtine û bi zorê şandine welatê wan.

Hikûmeta Lubnanê tedbîrên xwe li bermaber koçber û penaberên Sûrî gelek tund kirine û hewl dide kampên wan bigire û wan vegerîne Sûriyê.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di raportekê de ragihandiye, rêveberiya Lubnanê bi zorê bi hezaran koçberên Sûrî ku zarok jî di nav de hebûne, vegerandine Sûriyê.

Di raportê de tê gotin, li Lubnanê ji Nîsana 2023an vir ve zêdetirî 100 serdegirtin li ser kampên koçberên Sûrî çê bûne û desthilata Lubnanê ji wê demê ve heta niha 2200 koçberên Sûrî girtine û 1800 kes dersînor kirine û bi zorê vegerandine Sûriyê.

Koçberên Sûrî yên li Lubnanê niha di tirsa vegera ji bo Sûriyê de dijîn.

Di raportê de 6 welatiyên Sûrî yên ku bi wan re hevpeyivîn hatiye kirin, gotine ku ew “di dema dersînorkirina xwe de bi lêdan, gef, destdirêjiya seksî û muameleya biçûkxistinê re rû bi rû mane.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kiriye, hikûmeta Sûriyê koçberek ku meha Nîsanê ji Lubnanê hatibû vegerandin girt, îşkence kir û ew bire leşkeriyê.

HRW ji hikûmetan xwest ku guvaşê li hikûmeta Lubnanê bikin ji bo ku vegerandina koçberên Sûrî rawestîne.

Artêşa Lubnanê ragihandiye, kesên hatine vegerandin ji ber rewşa ewlekariyê bûye, ku li ser Lubnanê bûne gef.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst