TUIK: Li Tirkiyê ji bo 9.4 milyon zarokan metirsiya birçîbûnê heye

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Zarok Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor TUIKê îsal ji bo %32.6ê nifûsa giştî ya Tirkiyê û ji her 2 zarokan yek jî ku dike 9.4 milyon zarok metirsiya birçîbûnê heye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) derbarê lêkolîna “Zarok, Hejarî û Jiyan” de amarên 2023an belav kirin.

Li gor amarên TUIKê îsal ji bo 9.4 milyon zarokan metirsiya birçîbûnê heye û ev metirsî ji bo nifûsa giştî jî %32.6 e. Herwiha rêjeya zarokên ku metirsiya birçîbûnê li ser wan heye gehiştiye %42.7 û temenê piraniya wan zarokan jî 0-17an de ye.

Li gor wan amaran li seranserê Tirkiyê ji her 2 zarokan yek metirsiya birçîbûnê li ser heye.

Ligel vê yekê li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê (MEB) li seranserê Tirkiyê zarokên ku temenê wan di navbera 0-17 salan de ye 22 milyon û 578 hezar û 378 zarok in û %51.3 kur û %48.7 jî zarokên keç in. Li gor amarên fermî ji ber hejariyê %76.2 zarokên kur û %79.6 zarokên keç nikarîne perwerdeya xwe bidawî bikin. Herwiha li dibistanên seretayî û navîn jî ji her 100 zarokan 9.1ê wan dest ji dibistanê berdane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst