Amarên jidayîkbûnê eşkere bûn: Kîjan bajar yekem e?

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan TUIK Zarok Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên jidayîkbûna zarokan ên sala 2023yan belav kirin.

Li gorî amaran, bajarê ku jidayîkbûna zarokan lê herî zêde ye Riha ye û piştre jîŞirnex û Mêrdîn tên.

Rêjeya jidayîkbûnê ya Rihayê 3,27 e.

Şirnex jî bi rêjeya 2,72 di rêza duyem de ye.

Mêrdîn jî bi rêjeya 2,40 di rêza sêyem de cih girt.

Herî kêm li Bartinê zarok hatine dinê

Rêjeya herî kêm a jidayîkbûnê jî bi rêjeya 1,13 bajarê Bartinê ye.

Piştî wî bajarî jî bi rêjeya 1,14 bajarê Zonguldak û bi rêjeya 1,16 Kutahya tên.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî rêjeya jidayîkbûnê ya sala 2023yan de wekî 1,51 hatiye tesbîtkirin.

Rêjeya jidayîkbûnê daketiye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2023yan de 958 hezar û 408 zarok zindî hatine dinê.

Ji wan ji serdî 51,3 zarokên kur û ji sedî 48,7 zarokên keç bûne.

Li gorî amarên TUIKê, li Tirkiyeyê rêjeya jidayîkbûnê daketiye.

Di sala 2001ê de rêjeya jidayîkbûnê 2,38 bûye û sala 2023yan jî 1,51 bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst