Kiliçdaroglu: Ez dê rêya guherînê vekim

13-06-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Guherîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, dê di nav partiya xwe de pêşengiya guherînê bike û rê veke.

Kemal Kiliîçdaroglu îro 13ê Hezîrana 2023an di civîna partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de axivî. Kiliçdaroglu bang li ciwanan kir ku beşdarî guherîna di nav CHPê di bibin.

Piştî hilbijartina serokkomariyê ya 28ê Gulanê di serî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, gelek kesan banga guherînê kiribû. Kiliçdaroglu dibêje, dê rêya guherînê veke.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got “Em rêzê li rexneyan digrin, erê, ji kesên ku kêmasiyên me ji me re dibêjin, erê, ji bo nûbûn û bihêzbûna partiyê erê. Bila ti metirsiya we nebe, ez dê rêya van hemûyan vekim. Em dê vê partiyê bi awayekî rasteqîne bikin partiyeke hevdem û modern. Di bingeha biryara me ya kongreyê de jî ev heye. Ez qet bi ti awayî rê li ber guherînê nagrim, ez dê rêya guherînê heta dawiyê vekim. Em ê ji bo ciwan û jinên vî welatî zêdetir mafê siyasetê dabîn bikin û rêya xwe berdewam bikin. Û bila metirsiya ti kesekî nebe ku em dê piştî vê tekoşînê biserkevin.”

Herwiha Serokê CHPê Kiliçdaroglu ji bo parlamenterê girtî banga berdanê kir û got “Em wek CHPê li ku derê neheqî nehiqûqî hebe ji bo neheqî ji holê rabe em dê têkoşînê bikin. Ya giring ew e ku parlamenterek li dijî Destûrê di zindanê de tê girtin e. Yekem navê ku rûmet û heysiyeta Parlamentoya Tirkiyê biparêze serokê parlamntoyê nikare bêdeng bimîne. Divê parlamneter ji zindanê derkeve û were sond bixwe.”

Kiliçdaroglu li ser nivîsên ku di derbarê wî de tên nivîsandin gazinan ji rojnamevan jî kir û dibêje “Helbet dê rexne werin, ez bi rêzdarî pêşwazî lê dikim.Lê yên ku pênûsê digrin destê xwe bi pêşdarazî tevdigiren rojnamegeriya wan bipirsim erka min e.”

Kiliçdaroglu der barê kampanyayên ku di pêvajoya hilbijartinê de li dijî wî hatin kirin jî wi axivî “Hevwelatiyên hêja, em ji ti welatiyekî me aciz nebûne ûne xeyîdîne. Hincetan jî çênakin. Ji bo min cihê her welatiyekî Komara Tirkiyê li ser serê min heye. Tercîha wan biryara çi dibe bila bibe em hemû hemwelatiyên heman welatî ne. Xwestin me bi montaj û reşkirinan ve nîfaqê têxin navbera me. me bi rêxistinên terorê re nîşandan. Yên ku dewletê çeteya pêncan re dide talankirin, bi dosyayên parêzbendiyê gef li me dixwin.”

Li aliyê din Kiliçdaroglu di berdewamiya axavtina wiha got “Min her tim CHPê parast û bergiriya wê kir. Ez dê vê yekê weke neferekî ji rêzê berdewam bikim. Qet carek min serî li ber namerdan ne tewand, qet carekê jî li ser sifreya heramzadeyan rûneniştim. Min li ber sifre qesrê çok neda. Min tu carî ji gotina ku ez dizanim rast û heq e paş de gav neavêt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst