Biryara Tifaqa Ked û Azadiyê bo berbijêrê Serokkomariyê

19-03-2023
RÛDAW
Nîşan Tifaqa Ked û Azadiyê Berbijêrê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi berbijêrê serokomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kir, dê helwesta xwe bi civîneke çapemeniyê eşkere bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, "Ti îtiraza Tifaqa Ked û Azadiyê ji berbijêriya Kiliçdaroglu re nîne. Herwiha dê helwêst ne bi awayê rasterast piştgiriya ji bo Kiliçdaroglû be, lê berbijêr nayê destnîşankirin û Kiliçdaroglu dê bê nîşandan."

Hate ragihandin di civîna dawî ya Tifaqa Ked û Azadiyê de ti pêkhate li dijî berbijêrtî an jî piştgiriya Kiliçdaroglû îtîraz nekirine.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Kiliçdarogluyê ku wek "yek ji berbijêrên maqûl" tê binavkirin dê ji bo piştgiriyê rasterast daxuyanî neyê dayîn. Di şûna wê de tê gotin ku li hev kirin ku berbijêr neyê nîşandan û di daxuyaniyê de Kiliçdaroglu jî were îşaretkirin.

Daxuyaniya ku wê ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve were dayîn, "Dê rasterast ji bo Kiliçdaroglu deng neyê xwestin her wiha tekezî li ser wê yekê tê kirin ku dê bi şêweya bangewaziyek ji bo têkbirina desthilatê û ji bo dabeşnekirina dengan be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst