Tirkiye: Di hefteyekê de 3 hezar û 222 koçber hatine dersînorkirin

18-12-2022
RÛDAW
Nîşan Koçber Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê ragihand ku di nav hefteyekê de li seranserê Tirkiyê bi giştî 4 hezar û 355 koçber hatine girtin û 3 hezar û 222 koçber jî hatine dersînorkirin ku piraniya wan ji Efxanistanê ne.

Serokatiya Îdareya Koçê ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî amarên girtin û dersînorkirina koçberan ên di navbera 9 û 15ê Kanûna 2022an de eşkere kirin.

Li gor amarên Serokatiya Îdareya Koçê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav hefteya dawî de ji wan 1495 Efxanî, 120 Pakistanî û 2 hezar û 740 jî welatên din bi giştî 4 hezar û 355 koçber hatine girtin. Herwiha ji wan 1893 Efxanî, 64 jî Pakistanî û 1265 jî ji welatên din bi giştî 3 hezar û 222 koçber hatine dersînorkirin.

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di navbera 1ê Çile û 15ê Kanûna 2022an de 115 hezar û 477 koçber bo welatên wan hatine şandin ku ji wan 64 hezar û 916 Efxanî û 12 hezar û 276 jî Pakistanî ne. Li navendên paşdevegerandina koçberan jî 4 hezar û 714 koçberên Efxanî û 3 hezar û 679 koçberên Pakistanî bi giştî 18  hezar û 496 koçber dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst