Baroya Wanê jî beşdarî merasîma li Koşka Serokomariya Tirkiyê nabe

17-08-2019
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Tirkiye sala edlî merasîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê jî aşkere kir ku ew beşdarî merasîma destpêkirina sala edlî ya li Koşka Serokomariya Tirkiyê nabin.


Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, di nivîseke bo Dadgeha Bilind (Yargitay) a Tirkiyê aşkere kir ku ew beşdarî merasîma destpêkirina sala edlî ya 2019-2020an nabin.


Di wê nivîsa bersivdayîna de Serokê Baroya Wanê ragihandiye, “Encamdana merasîma destpêkirina sala edlî li Koşka Serokomariyê, jibilî gihandina ziyaneke mezin bo daraza serbixwe, dê di têkçûna baweriya xelkê ya bo darazê de jî faktoreke mezin be. Pêwîstiya ji hev cudabûna daraz û birêvebirinê gerdûnî ye û divê dest jê neyê berdan.”


Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar di wê nivîsa xwe de bibîr xistiye ku Tirkiye, di warê Endeksa Serdestiya Hiqûqê de di nav 126 welatan de di rêza 109an de cih digire û gotiye ev jî nîşan dide ku xelkên li Tirkiyê baweriya wan bi darazê nemaye.


Zulkuf Uçar, herwiha diyar kiriye ku ew pêşwaziyê li gotinên bo jihevcudabûna erkên daraz û birêvebirinê dikin lêbelê ew beşdarî wê merîsama ku dê li Koşka Serokomariyê bê encamdan, nabin.


Lidarxistina merasîma destpêkirina sala edlî li Koşka Serokomariya Tirkiyê, rastî nerazîbûnên baroyên hejmareke parêzgehan hatibûn û di vê çarçovê de, baroyên parêzgehên Îzmîr, Stenbol, Bûrsa, Mûgla, Antalya, Edene, Aydin û Orduyê ragihandibûn ku ew beşdarî wê merasîmê nabin.


Beriya niha hatibû ragihandin ku merasîma destpêkirina sala edlî dê 2 Îlonê li Koşka Serokomariya Tirkiyê bê lidarxistin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst