Erdogan: Esed dixwaze Tirkiye ji Sûriyê derkeve

17-07-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Beşar Esad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê de got “Mixabin Esed ji Tirkiyê dixwaze ku ji Bakurê Sûriyê derkeve. Tiştek wisa nabe. Ji ber ku em li wê derê li dijî terorê têkoşîn dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya biçe Erebistana Siûdiyê li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan di civîna çapemeniyê de, têkiliyên Tirkiyê yên bi welatên Kendavê, vekişîna Rûsyayê ji peyman dexlûdanan û têkiliyên bi Sûriyê re jî nirxand.

Li ser civînên çaralî yên di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsya, Îranê û asayîkirina peywendiyên bi Sûriyê re Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje “Rewşeke me ya weke girtina deriyan bi Sûriyê re nîne. Derî vekiriye, derbarê van lûtkeyên çaralî de jî bila ev lûtkeyên çaralî bên kirin, lê em di xala hevdîtinina bi Beşar Esed re ne girtî ne, em dikarin hevdîtin bikin. Hemû mesele, şêwaza ku ew nêzikî me dibin giring e.”

“Esed ji Tirkiyê dixwaze ku ji Sûriyê derkeve”

Herwiha Erdogan derbarê vekişîna ji Tirkiyê ya ji Rojavayê Kurdistanê de jî got “Niha niha helbet li Sûriyê Esed mixabin ji Tirkiyê dixwaze ku ji Bakurê Sûriyê derkeve. Tiştek wisa nabe. Ji ber ku em li wê derê li dijî terorê têkoşîn dikin. Yanî heta li sînorê me ev terorîst hebin, em dê çawa derkevin. Tirkiyeyeke ku bi berdewamî li wê derê di bin gefan de ye heye. Ma ew dikare heman îfadeyê ji welatîn cuda re bikar bîne? Nikare bikar bîne, ji ber wê jî em li nêzikatiyeke dadperwerane digerin. Piştî ku wê nêzikatiya dadperwerane çêbû mesele tuneye, em ê van hemûyan derbas bikin.”

Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser têikiliyên bi welatên Kendavê re got "Krîzên li alema Îslamê pêwîstî bi şêwirmendî û hevkariya nêzîk di navbera Tirkiye û welatên kendavê de heye."

Erdogan dibêje “Di 20 salên dawî de qebareya bazirganiya me ya dualî ya bi welatên Kendavê re ji 1,6 milyar dolarî derketiye 22 milyar dolarî.”

Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser bidawîkirina peymana genim got "Ez bawer dikim ku Serokê Rûsyayê Pûtîn dixwaze ku ev pira mirovahî berdewam bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst