Munzir Maxûs li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê got, "Herêma Kurdistana Îraqê mînakek e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê."
Derbarê dayîna mafên Kurdan jî Maxus ragihand, "Kurd duyem pêkhateya herî mizin in û mafên wan ên siyasî û çandî hene. Li ser dayîna mafên Kurdan û pêkhateyên din lihevkirin heye."
Derbarê sîstema birêveberiyê ya nû ya Sûriyeyê de jî Munzir Maxûs wiha anî ziman, "Girîng e ku sîstema hikumdariya Sûriyeyê li gel bipêşketinên cîhanê bigunce."
Yek ji damezirînerên Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyeyê Munzir Maxûs fi hevpeyvîneke taybet de li ser rewşa û bipêşketinên dawî ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Rûdaw: 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed reviya. Bi vê yekê, desthilata malbata Esedan ku 53 salan li Sûriyeyê berdewam kir, bi dawî hat. Piştî wê, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) desthilat girt destê xwe û niha bi awayekî fermî Sûriyeyê bi rê ve dibe. Çi li benda Sûriyeyê ye? Sûriye ber bi ku ve diçe? Ev pirsên herî girîng in ku di hişê her kesî de çerx dibin. Bi Dr. Munzir Maxus re ku yek ji damezirînerên Îtîlafa Sûriyeyê û yek ji kesayetên naskirî yên mixalefetê ye, ez dê bûyerên nû yên qada Sûriyeyê pê re gotûbêj bikim. Dr. Munzir Maxus ji Parîsê mêvanê min e. Dema we xweş be doktor û tu bi xêr hatî. Doktor, Sûriye ber bi ku ve diçe? Ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim.
Munzir Maxus: Erê, bêguman ev pirseke mezin e lê wekî em dizanin, niha li gorî rewşên nû yên ku qewimîn û we behsa wan kir, dema ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ew operasyona leşkerî ya mezin kir ku wek em dizanin ji bajarê Helebê dest pê kir û paşê gihîşt Hema û Himsê û heta Şamê jî. Bi rastî, ev operasyon bi hêsaniyeke mezin pêk hat ku ti kesî çaverê nedikir û xewneke mezin a gelê Sûriyeyê bi cih hat ku di dawiyê de karîn ji rejîma dîktatorî ya Beşar Esed rizgar bibin ku wekî em dizanin bi lez ber bi Rûsyayê ve reviya. Ango, ev ketwara nû rastiyeke bêhempa ye û wekî ku gelek ji şêniyên Sûriyeyê wesif dikin "diyariyeke neçaverêkirî bû ku ji esmên daket".
Bêguman, qenciya mezin vedigere bo Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku ev kar kir û hevkêşeya Sûriyeyê bi awayekî mezin guherand. Em dikarin bibêjin ku nîvê êşa gelê Sûriyeyê, bi kêmanî têkildarî rizgarbûna ji rejîma dîktatorî ya berê, ji holê rabû. Lê ev ne hemû pirsgirêk e. Aliyê duyem ku girîngiya wî ji aliyê yekem ne kêmtir e, ew e ka teşeya dewleta Sûriyeyê ku kar ji bo avakirina wê tê kirin, dê çawa be? Gelo dê dewleta dezgeh, yasa, dadmendî û wekheviya her kesî li ber qanûnê û wekheviya derfetan be? Ev xwesteka gelê Sûriyeyê ye ku zêdetirî nîv sedsalê jê hatibû bêparkirin.
Ev pirsgirêka sereke ye û em bawer dikin serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê, piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed, dê vê mijarê li ber çav bigire çiku baş dizane gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve daxwazkarê Sûriyeke nû ye ku ev gel ji bo çendîn dehsalan jê bêpar hatibû hiştin. Ango, ev astengî û girew e. Bi rastî, dibe ku têkiliya vê bi pirsa duyem re hebe derbarê asoyên aramiyê. Bi rastî, gelek xalên ku em mijûlî gotûbêja wan e, bi awayekî xurt girêdayî hev in, ji ber ku paşeroja Sûriyeyê têkildarî asoyên aramî û asta şiyan û hê girîngtir xwestek û biryarderiya îdareya nû ji bo avakirina vê dewleta nû ya Sûriyeyê ye.
Di rastiyê de, ev daxwaza hemû gelê Sûriyeyê ye her wekî di axaftina we de îşaret pê hat kirin. Ez ne tenê ji dema şoreşê ve ku di sala 2011an de dest pê kir têkildarî mixalefeta Sûriyeyê me, lê ji wê demê ve ku ez xortekî nûgihîştî bûm di qonaxa amadeyî de têkildarî wê bûm, ji ber ku ez li navçeyeke ku bi hejarî û nebûniyê dihat naskirin dijiyam û gelek pirsgirêkên civakî hebûn ku vêga ne cihê behskirina wan e. Ev tê wê wateyê ku ez di jîngeheke wisa de mezin bûm ku xelk xemxwarê guherandina rewşê bûn wate ku gelê Sûriyeyê di rewşeke çêtir de be. Loma berhema vê rewşê di hişê min û xeyala min û hemû reftarên min de heye, tevî ku jiyana min jiyaneke zanistî ya xwerû ye. Ji dema ku min bekelorya wergirt, min ew hemû dem li derveyî welêt derbas kiriye bi sedemeke sade, ew jî ew e ku piştî tevgera rastkirinê ya ku Hafiz Esed kir, ez bi zindîtî yan mirîtî hatibûm xwestin heta vê kêliyê.
Ev jî karek e ku divê li ber çav bê girtin û ne bi rasthatinî bû, ji ber ku tevî ku ez dûr bûm, bêguman çalakiya min di vê çarçoveyê de dizîvirî û rejîmê ez wekî dijminê xwe didîtim ji ber ku ez li herêmeke diyarkirî bûm ku jê re digotin "piştgira rejîmê". Ji bo min, ti komeke diyarkirî nîne ku bi vî awayî yan wî awayî bê wesifkirin, ji ber ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yên civakî û mezhebî û nijadî ve hemû daxwazkarê avakirina dewleteke nû ya Sûriyeyê ne li gorî pîvanên ku niha em wan li piraniya welatên cîhanê çi bigire li hemû welatên cîhanê, qet nebe welatên pêşketî yên cîhanê nas dikin. Ev astengiya mezin e û, ev ew e jî ku me dikişîne ser axaftina li ser çîroka asoyên aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê herçend bi lez be jî ku têkiliyeke wê ya mezin bi xala yekem re heye ku têkildarî...
Rûdaw: Doktor, pirs gelek in. Ez ê bipirsim: Wekî yek ji damezrînerên Îtîlafê, gelo tu gihîştî wê baweriyê ku êdî pêwîstî bi Îtîlafê nemaye û divê xwe hilweşîne?
Munzir Maxus: Bêguman, pirsgirêk ne ew e ku ev kes an ew kes qayîl be, ji ber ku divê em pêşhateyên ku qewimîne li ber çav bigirin. Êdî di qonaxa bê de cih ji Îtîlafê re nemaye, ji ber ku Îtîlaf li ser bingeha desteyekê ji desteyên mixalefeta fermî û naskirî hat damezrandin. Li Konferansa Merakişê, ji destpêka şoreşê ve, kar di nav van salan de berdewam bû, ez jî yek bûm ji şanda danûstandinê ku li Cinêvê kar dikir li ser bingeha lêgerîna çareseriyeke siyasî di navbera mixalefetê û nûnerên rejîmê de ku bi ti encamê bi dawî nehat. Me çendîn sal di karekî de derbas kirin ku nêzîkî bêkêriyê bû.
Nûnerên Neteweyên Yekgirtî hebûn, bi El-Exder Îbrahîmî dest pê kir û paşê De Mîstûra hat, heta Kofî Anan jî di qonaxekê ji qonaxan de. Piştî wê De Mîstûra hat û niha Gêr Pêdirsin di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de heye. Ev jî formuleyeke pejirandî û gelekî girîng e ku ev proseya siyasî di bin çavdêrî û serperiştiya Neteweyên Yekgirtî de be. Ti tişt bi dest nehat û tê bîra min ku me bi dehan belge amade kirin ku şandiyê Neteweyên Yekgirtî dixwest, ku têkiliya wan bi aso û bingehên proseya veguhestina Sûriyeyê ve hebû, ji ber ku rejîmê di bingehê de biryar dabû ku hevkariyê neke ji bo gihîştina ti çareseriyeke siyasî yan veguhestineke siyasî.
Pirsgirêk pirsgirêka veguhestineke siyasî bû û, mebest ew bû ku wek jê re tê gotin proseya têkbirinê yan "sabotaj", wek di zimanên biyanî de tê gotin, ji bo her hewldaneke siyasî bike. Wezîrê Derve Welîd Muelim, di rojên berê de, ev yek anî zimên û got: "Em ê wan bi hûrgiliyan noq bikin heya serê wan gêj bibe". Ev armanca rejîmê bû, bi eşkere û ne eşkere. Loma, prose negihîşt ti encamê. Ango, îro em li ber rewşeke nû ne; êdî rejîm nemaye.
Tiştê ku di navbera mixalefet û rejîmê de hatibû danîn danûstandin bû, lê aliyê têkildarî vê pirsê di pileya yekem de ku rejîm e ku em hilgirên xem, hêvî û projeya guherandina vê rejîmê bûn an ku proseyeke siyasî ya rastîn li gor daxwazên gelê Sûriyeyê qebûl bike, ev alî niha nemaye. Ango, her tiştê din ku li ser vê girîmaneyê hatibe avakirin êdî nemaye. Ev têkildarî Îtîlaf, desteya danûstandinê û hikûmeta demkî ya ser bi Îtîlafê ye. Lê heta niha, wek em dizanin, hîn jî li ber xwe didin û, çendîn sal e kar dikin ji bo dîtina cihekî ji xwe re û, bandora wan û, ez li vir bi piştrastî dibêjim...
Rûdaw: Doktor, çend pirsên min ên girîng û pêwîst ji bo hemû aliyan hene, eger tu bi bersivên kurt bersiva min bidî, ez ê spasiya te bikim. Gelo tirs heye ku Sûriye di paşerojê de bibe dewleteke Îslamî?
Munzir Maxus: Bi rastî, ev pirseke mezin e, ji ber ku bêguman em arasteyên serkirdayetiya nû li Sûriyeyê dişopînin. Heta niha, xasma dema ku bi awayekî ron û eşkere îfadeya vê yekê hat kirin di hevpeyvîna ku birêz Ehmed Şeri bi kanala Erebiye re kir û, bi awayekî baş û hevseng mijar anî holê. Bi rastî ez û gelek welatparêzên Sûriyeyê em bi vê dîtinê mat man ku ez dibêjim temam e yan nêzîkî temam e. Gotinên birêz Ehmed Şeri wêneyeke rastîn in ji bo lêgerîna li dewleta dadmendî û azadiyê, dewleta qanûn û derfedan û avakirina dewleteke modern û pêşketî ya Sûriyeyê. Ango, ev faktoreke erênî bû û, ez yek ji wan Sûriyan im ku hest bi razîbûneke kûr dikirin, tevî wê paşxana ku em dizanin û wêneya berê derbarê wê yekê ku aliyên mixalefetê, nemaze komên çekdar ku li ser bingeha îdeolojiya giştgir hatine damezrandin.
Bêguman hertim dudilî ji wê yekê hebû ku hin kes li pey dewleta Îslamî, dewleta xîlafetê yan dewleta şerîetê yan tiştên din digerin. Ti kes ne li dijî bicihanîna şerîetên Îslamê ye. Bi dîtina min, Îslam ew ol e ku tekûztirîn ol e di nav olên ku em wan li cîhanê nas dikin têkildarî siyaset û civakê, bi taybetî di warê exlaqî de. Exlaqên ku di kûrahiya Îslamê de hene, di olên din de nayên dîtin. Ez naxwazim girîngiya olên din kêm bikim, çi Xirîstiyanî be yan Cihûtî, ji ber ku di bingehê de ji heman çavkaniyê hatine û di bingehên xwe de nêzî hev in bi hin cudahiyan ve, ji ber ku hemû di serdemên cuda de hatine. Eger ola Cihûtiyê yekem ol bûbe ku berî çend hezar salan hebû, ango ev serdemeke kevn e û şop û bandora wê li ser jiyana xelkê û civakê heye.
Ola Xirîstiyanî, wek em dizanin, piştî jidayikbûna Îsayê Mesîh ji berî zêdetirî 2000 salî ve hat. Ew qonax cuda ye, loma hin taybetmendî hene ku ola Xiristiyanî cuda dikin. Ola Îslamê berî zêdetirî 1600 salî di rewşeke lap nû de derket holê û rengvedana wê qonaxê bû. Ango di bingehê de rast e û ti kes dijberiya vê yekê nake, lê divê rewşa serdemê li ber çav bê girtin. Em di serdema teknolojî û pêşketina zanistî û aboriya dîjîtal û aboriya zaniyariyê de ne û, cîhan vekirî bûye, wek gundekî vekirî ye û, aboriya cîhangeriyê heye. Ango em di rewşeke tam nû de ne. Divê her sîstemeke siyasî li Sûriyeyê yan cihê din tev li derdora cîhanî be ku îro rewşa aborî û siyasî li hemû cîhanê wê bi rê ve dibe. Pirsgirêkek heye.
Rûdaw: Doktor Munzir, tiştekî din heye. Çêtirîn sîstem ji bo birêvebirina Sûriyeyê çi ye? Di vê demê de, gotûbêj li ser vê yekê heye. Hin dibêjin nenavendîtî, xweserî, konfederalî, yan fedralî. Bi dîtina te, çêtirîn sîstem ji bo Sûriyeyê çi ye?
Munzir Maxus: Bi rastî, ev jî pirsgirêkek e ku têkildarî pêşketinên siyasî yên cîhanê ye. Em ji çendîn dehsalan ve tê bîra me û, baş tê bîra min ji destpêka jiyana xwe ve dema ku ez hîn ciwan bûm rêbazeke neteweyî hebû û, dibe ku yên din wê bi netewperestî bi nav bikin, li Sûriyeyê û li hemû welatê Erebî. Bi dîtina min ev cure dîtin ji bo reftara bi pêkhateyên gelê Sûriyeyê re dema wê derbas bûye. Loma di van dehsaliyên dawî de têzên nû û dîtinên cuda derketin holê ku bi wê pêşketinê re diguncin ku li Sûriyeyê û cihên din qewimî. Loma behsa konfederalî yan federalî û yên din tê kirin.
Di vê navberê de, Herêma Kurdistana Îraqê ezmûnekê pêşkêş dike ku hêjayî girîngîpêdan û xwendinê ye, ji ber ku dikare wek mînak nimûneyek be ku em jê fêr bibin. Ne kopîkirin çimkî rewaş her welatekî cuda ye. Lê niha qebûlkirineke zêdetir heye ji bo cureyekî xweseriya pêkhateyên demografîk, mebesta min yên neteweyî ye, li gorî pêşketinên nû yên cîhanê. Ev tê wateya ku ne tenê divê cureyekî xweseriyê di birêvebirina wan herêman de hebe ku ahengiya demografîk pêk tînin, lê divê îmkana dayîna azadiya tevahî bi van pêkhateyên neteweyî yan demografîk hebe da ku jiyana xwe ya çandî bi wî awayî bi rê ve bibin ku ew dixwazin.
Ev ezmûneke cîhanî ye ku li hemû welatên cîhanê heye, lê rapirsî li van herêman biryarê li ser dide di bin ronahiya wan dîtinên ku hene, bi tekezkirina li ser wê yekê ku çêtir e ji bo hemûyan, çi ji bo hemû gelê Sûriyeyê yan ji bo van pêkhateyan. Wek em dizanin pêkhateyên me gelek in û, ev ji kesî ne veşartî ye. Pêkhateya girîng piştî pêkhateya Ereb pêkhateya Kurd e, paşê pêkhateya Tirkmen, pêkhateya Asûrî û yên din jî hene. Ev li ser asta demografîk. Li ser asta civakî û mezhebî jî, pêkhateyên gelek hene ku mixabin îro bûne asteng bi sedema wê rageşiya tayîfî ku rejîmê çêkiriye. Vê rejîmê proseya leşkerîkirinê pêk dianî ya ku jê re tê gotin leşkerîkirina tayîfe yan jîngeha civakî ku girêdayî wê ye, da ku li dora wê kom bibin û berevaniyê wê bikin. Ne tenê ev, lê da ku wê wek mertalekê bi kar bîne da ku xwe biparêze. Eger na berjewendiyên wan bi rejîmê re nebûn. Ev lîstikeke mezin bû û cureyekî aloziya tayîfî di kiryarê de çêkir û em îro bi awayekî karesatbar berê wê diçinin.
Rûdaw: Doktor, te behsa Kurdan kir û, min dixwest li ser wê yekê bipirsim. Tu dizanî ku Kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî û çandî û zimanî bêpar hatine hiştin li Sûriyeyê. Çawa dikare parastin ji mafên Kurdan li Sûriyeyê bê kirin? Çawa Kurd, ku duyem netewe ne, dikarin bi piştrastî tê de bijîn? Çawa Kurd dikarin mafên xwe parastin an çawa mafên wan tên parastin? Divê çi bê kirin?
Munzir Maxus: Erê, pirs zelal e. Min bi giştî behsa vê pirsgirêkê kir, pirsgirêka çareserkirina wan arîşeyên ku têkildarî pêkhateyên demografîk an neteweyên cuda ne. Ji ber ku li Sûriyeyê yan li welatên Erebî yên din, li ser asta demografîk pêkhateyên din jî hene. Me got ku pêkhateya Kurd girîngtirîn pêkhate ye. Kurd bi qewareyeke mezin hene û, duyem pêkhate ye piştî pêkhateya Ereb, ne tenê li Sûriyeyê, lê li Tirkiyê û li Îraqê jî hene û, cenabê te ji Herêma Xweser a Kurdistana Îraqê ye. Ev nimûneyek e ku min got û dubare dikim. Her wiha rêjeyeke zêde ya pêkhateya Kurd li Îranê ye. Ango, çar dewletên cîran hene ku Îran, Tirkiye, Sûriye û Îraq in. Kurd neteweyeke naskirî ye û xwedî dîrok e. Lê pirsa niha ev e: çareser ji bo paşerojê çi ye?
Ez bawer dikim lihevhatinek heye û em arasteyên mixalefetê dizanin û ti kes nerazî nîne li ser wê yekê ku pêkhateya Kurd û pêkhateyên din mafên xwe wergirin. Erê, rastî stemeke dîrokî hatine, ev ne veşartî ye. Niha jî, çi li Sûriyeyê yan li dewletên din, em dest wernadin çawaniya reftara Îran an Tirkiye yan Îraqê bi vê pirsgirêkê re. A ku em dizanin û min gotiye ew e ku ezmûnek heye hêjayî girîngîpêdanê ye û dikare di çareserkirina pirsgirêka Kurdan xasma li Sûriyeyê sûd jê bê wergirtin. Yanî, divê û mafê Kurdan e li Sûriyeyê ku hemû mafên xwe yên civakî û siyasî û çandî bi azadiyeke tevahî bi kar bînin. Ez li gel te me ku ji bo çendîn dehsalan ji van mafên xwe hatibûn bêparkirin. Niha lihevhatin li ser vê pirsgirêkê heye. Bi rastî, divê ev yek di dawiyê de li ber rapirsiyan bê danîn ji bo diyarkirina vîna gelê Sûriyeyê di reftara bi pirsgirêkên pêkhateyên neteweyî yên cuda cuda re.
Lê bi dîtina min çarçove zelal bûye û, bi baweriya min, lihevkirinek li cem gelê Sûriyeyê heye. Bêguman ne hemû bi tevahî, ev di dîrokê de rû nade, ne li cem me û ne li cem yên din jî. Lê bi baweriya min piraniya gelê Sûriyeyê nerazî nîne li ser wê yekê ku Kurd û pêkhateyên din mafên xwe yên rewa wergirin, çi têkildarî çand an perwerdeyê bin. Ez bi dîtina xwe, eger hin ji van pêkhateyan bixwazin dibistan an xwendinê, tewra zanîngehan bi zimanê xwe damezrînin, tu ziyanekê di vê yekê de nabînim. Lê divê bi pragmatîkî li ser pirsê bê fikirîn. Sûda çandî û zanistî ya vê çi ye? Bi baweriya min, wek em dizanin em di cîhanekê de ne ku heta zimanê Erebî ku yê pêkhateyeke mezin li Sûriyeyê û cihê din e, vêga ji aliyê zanist û teknolojî û reftara bazirganî û aboriya navneteweyî ve paşdemayî ye.
Niha zimanên sereke naskirî ne, Înglîzî bi pileya yekem û, Fransî heta radeyeke kêmtir. Ez zêdetirî 30 salan e li Fransayê dijîm û, ez dizanim ku hemû lêkolînerên Fransayê, bi heman awayî li Almanyayê jî ku dewleteke girîng e ji aliyê aborî û giraniya jeostratejîk ve li Ewropa û derveyî Ewropayê, di hemû lêkolîn û weşandina lêkolînên zanistî de di wan salnameyên ku derdikevin de zimanê Înglîzî bi kar tînin. Yanî, rastiyên navneteweyî hene ku divê hewla reftara bi wan re bê dan. Lê ev wê yekê naguherîne ku ji aliyê bingehê ve ev hemû pêkhateyên neteweyî yan demografîk mafê wan heye ku jiyan û xwendin û çand û folklora xwe peyrew bikin.
Rûdaw: Gelo Kurd dikarin xweseriyê li Sûriyeyê wergirin?
Munzir Maxus: Di rewşeke wiha de û, wekî ezmûna cîhanî, divê ev prose li ber rapirsiyeke ku hemû gelê Sûriyeyê li xwe bigire were danîn, bi tekezkirina li ser girîngiya dîtina pêkhateya Kurd bi xwe. Eger ev prose di rapirsiyê re derbas bû û astengî li ba piraniya gelê Sûriyeyê nebû, weke di her proseyeke demokratîk de rû dide, Kurd wê tiştê ku daxwaz dikin wergirin. Lê pirsa mezin ev e: Gelo divê hertim berjewendiya hemû welat li ber çav bê girtin? Gelo berjewendî ew e ku qewareyên din bên avakirin ku pêkhateya Kurd li pêşiya wan be, ji ber ku ji aliyê hejmarê ve pêkhateya duyem e?
Dibe ku pêkhateyên din jî bên û bibêjin: "Em jî dixwazin xweseriya me hebe". Bêguman ev dê bibe sedema encamên ku ez bawer nakim li gor pêwîst erênî bin. Lê ez dubare dikim, wek li hemû cîhanê tê peyrewkirin, her proseyeke wiha ku têkildarî paşeroja welat bi giştî û gel jî bi tevahî ye, divê li ber rapirsiyê bê danîn. Eger tişt ji aliyê piraniyê ve hat pejirandin, yanî di ser 50% re, divê wek metodekê ji bo daxwazên ku ev pêkhate jê bêpar hatine hiştin bê pejirandin.
Rûdaw: Gelekî spas, doktor Munzir Maxus, yek ji damezirînerên Îtîlafa Opozisyona Sûriyeyê ku ji Parîsê mêvanê min bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse