Di çalakiya Dayikên Şemiyê de gelek kes hatin desteserkirin

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çalakiya dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê de herî kêm 18 dayikên şemiyê û parêzvanên mafên mirovan hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995an ve li Meydana Galatasarayê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin, 951 hefte ne ku çalakiya rûniştinê dikin.

Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku “qedexekirina rûniştinê ya li Meydana Galatasarayê binpêkirin e”, Dayikên Şemiyê 10 hefte ne her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom dibin.

Dayikên Şemiyê ku dixwazin qurnefîlan li qadê deynin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî her tim rastî mudaxeleya polîsan tên.

Di vê hefteyê de jî polîsan destûr nedan Dayikên Şemiyê û herî kêm 18 Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan hatin desteserkirin.

Navê kesên di mudaxeleya îro ya polîsan de hatin desteserkirin wiha ne: Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren Yarici, Masîde Ocak, Hanim Tosun, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Cîhan Kaplan, Hatîce Onaran, Firat Akdenîz, Nazim Dîkbaş, Îsmal Yucel, Hunkar Hudaî Yurtsever, Arda Yuksel, Meryem Bars, Arzu Aksakal.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û hinek parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP) û partiyên din jî beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn lê hêzên ewlekariyê ew jî dorpêç kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst