Di çalakiya Dayikên Şemiyê de gelek kes hatin desterkirin

01-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Dayikên Şemiyê Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çalakiya dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê de herî kêm 15 dayikên şemiyê û parêzvanên mafên mirov hatin destserkirin.

Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995an ve li Meydana Galatasarayê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kiryarên wan  bên darizandin, 953 hefte ne ku çalakiya rûniştinê dikin.

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku “qedexekirina rûniştinê ya li Meydana Galatasarayê binpêkirin e”, Dayikên Şemiyê 13 hefte ne her roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom dibin.

Dayikên Şemiyê ku dixwazin qurnefîlan li qadê deynin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî her tim rastî mudaxeleya polîsan tên.

Di vê hefteyê de jî polîsan destûr nedan Dayikên Şemiyê û herî kêm 15 Dayikên Şemiyê û  parazvanên mafên mirov hatin desteserkirin.

Navê kesên di mudaxeleya îro ya polîsan de hatin desteserkirin wiha ne: Hanîfe Yildiz, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Besna Tosun, Sebla Arcan, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Arat Dînk, Hatîce Korkmaz, Oya Ersoy, Îsmaîl Yucel, Gulendam Ozdemîr, Omer Kavran, Denîz Aytaç.

Biryar e Dayikên Şemiyê di demjimêr 14.00an de  li şaxa Komaleya Mafên Mirov a Stenbolê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst