Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser biryarên Doza Kobaniyê axivî

17-05-2024
Nîşan Doza Kobaniyê Biryar Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got, “Em dê li benda pêvajoya dadgehên lênerîn û pêdeçûnê bin.”

Doh li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê hat kirin ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta Bakurê Kurdistanê ye.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Herwiha bi ber hincetên cuda ceza li gelek gelek siyasetmedarên din jî hatin birîn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro li parêzgeha Duzceyê ya Tirkiyeyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Yilmaz Tunç got ku “Dadgehê bi awayekî serbixwe û bêalî biryar daye” û ew dê pevajoyên mayî bişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst