Demîrtaş: Em xweseriya demokratîk diparêzin

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê de got, “Em wekî nêrîneke siyasî xweseriya demokratîk diparêzin û em dê berdewam biparêzin.”

Di rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin, îro li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve diçe.

Demîrtaş duh dest bi parastina xwe kir û îro berdewam dike.

“Xweseriya demokratîk bi carekê di dema xendekan de derneket holê”

Demîrtaş di parastina xwe de behsa xweseriya demokratîk kir ku ji aliyê dadgehê ve wekî “tawan” hatiye destnîşankirin û got:

“Dirûşma me ya kampanya hilbijartinê jî 'xweseriya demokratîk' bû. Nehat astengkirin û em di hilbijartinan de bi ser ketin. Sernavê jin jî di kampanyayê de wekî sernavekî xweser cîh girt.

Ji sala 2008an heta sala 2016an ku em hatin girtin me bêyî tawîz di bernamayên partiya xwe de cih daye xweseriya demokratîk, rêvebiriyên xwecihî û wekheviya jinan û me soz daye.

Ji ber wê jî xweseriya demokratîk bi carekê di dema xendekan de derneket holê. Çi hatiye darizandin? Xweseriya demokratîk bi xendekan re wekî çalakiyeke terorê hatiye darizandin.

Me xweseriya demokratîk wekî nêrîneke siyasî parastiye û pêşkêşî dengderan kiriye. Ecibandin an ne ecibandin di destê dengderan de ye.

Niha di bernameya DEM Partiyê de heye. Em dê berdewam biparêzin.

Hûn dikarin xweseriya demokratîk wekî modeleke siyasî pêşkêş bikin lê hûn nikarin dijminatiya jinan û faşîzmê pêşkêş bikin.”

Demîrtaş bangî PKK û Abdullah Ocalan kir

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Li ser sîstema serokatiyê referandum kirin lê ji ber PKK û Abdullah Ocalan jî diparêzin ji xweseriya demokratîk re dibêjin çalakiya terorê.

Ez ji vê derê bangî PKKyê û Abdullah Ocalan dikim, bila bêjin 2+2=4 an hejmara "π"yê (pi) 3,14 e. Em binêrin ka bi hinceta terorê van jî ji bernameya xwendinê derdixînin an na?”

Demîrtaş herwiha got,“Baş e xweseriya demokratîk çi ye? Bi zimanê dayikê perwerde nayê kirin, ziman tenê Tirkî ye.

Dîrokeke me ya hevbeş heye, em hemû ji Asyaya Navîn hatine, nirxên me yên hevbeş hene. Mînak divê em hemû Topal Osman (Osmanê kulek) biparêzin.

Ji aliyê teorîk ve ti pirsgirêkek nîne. Eger em hemû wiha bin ti pirsgirêk nîne, ne wiha ye. Wî cilî li me dikin lê nabe.

Bi kesên ku dibêjin Tirk re ti pirsgirêkeka me nîne, lê bi kesên dibêjin ez ne Tirk im pirsgirêk çêdibin. Serokên cerdevanan derdiketin, wan digot,'Em hemû Tirk in.'

Lê eger ez bibêjim ez Kurd im, dê çi bibe? Kesên bibêjin 'Ez Kurd im, Elewî me, sosyalîst im' dê krîzê derxîne. Ji ber wê me xweseriya demokratîk pêşniyar kir. Da ku ev krîz nemînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst