Selahattîn Demîrtaş bersiv da parêzerên ji Rojavayê Kurdistanê

30-05-2024
HUSÊN OMAR
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Parêzer Rojavayê Kurdistanê Name Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş bersiv da 82 parêzerên ji Rojavayê Kurdisanê û got ku ew ji ber nameya wan kêfxweş bûye.

82 parêzerên ji Rojavayê Kurdisanê li ser doza Kobaniyê û cezakirina Selahattîn Demîrtaş, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtitiya Ewropayê (YE) renameyek şandibû.

Parêzerên ji Rojavayê Kurdistanê di nameya xwe de ji YE û NYyê re xwestibû guvaşê bixin ser Tirkiyeyê da ku Selehattîn Demîrtaş were berdan.

Selahattîn Demîrtaş jî bi nameyekê bersiv da parêzerên Kurd û spasiya wan kir.

“Ez bi wê banga we kêfxweş û serbilind bûm”

Demîrtaş da zanîn ku ew ji ber vê nameyê kêfxweş û serbilind e û got:

“Birayên min ên ezîz,

Hevpîşeyên min ên hêja,

Ez bi wê banga we kêfxweş û serbilind bûm ku we li ser navê min piştgirî daye siyasetmedarên ku bi awayekî neyasayî li girtîgehan tên girtin.

Helbet em dê bi hev re li ber xwe bidin û darizandinên tolhildanê yên wan kesan pûç bikin ku tehemulî berxwedana dîrokî ya Kobaniyê nakin ku tê wateya parastina rûmeta mirovahiyê ya li hemberî xwînmijiya DAIŞê.

“Dilê me bi gelê me re ye”

Herçiqasî em di şaneyê de bin jî dilê me û rihê me bi gelê me re ye ku li derve li ber xwe dide.

Ez yek bi yek spasiya we tevan dikim û ez hêvî dikim ku em di rojên azad de hev bibînin.

Silav û hezkirin.”

Çi bûbû?

16ê Gulanê 22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê biryarên Doza Kobaniyê eşkere kirin.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê dihatin darizandin û 18 ji wan girtîbûn.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Herwiha dadgehê gelek cezayên gelekî giran dan siyasetmedarên Kurd ên ku ji ber vê dozê dihatin darizandin.

Piştî vê yekê 82 parêzerên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku li welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Brîtanya, Norwec, Holendayê dijîn, ji NY û YEyê re nameyek nivîsî û wan xwest ku cezayên ku hatine dayîn bên betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst