Şekirên cejnê şêrîn in lê bihayên wan tehl in

17-04-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şekir Cejn Bihabûn
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Beriya cejna Remezanê xelk berê xwe dide bazaran lê îsal ji ber bilindbûna bihayan xelkê ku diçin bazaran kelûpelan kêmtir dikirin, li gorî lêkolîneka ku li nav bazaran hatiye kirin li Tirkiyê bihayê şekirên cejnê ji sedî 32 bilind bûne, li marketan şekira herî erzan bi 99 lîreyan li bazaran jî 48 lîreyan e.

Beriya cejna Remezanê xelk ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe berê xwe dide bazaran, ji bo cejnê herî zêde şîrînayî têne kirin. Li nav bazarên Enqerê yek kîloya şekirên cejnê ji 48 lîreyan destpê dike û heta 120 lîreyan jî şekir hene.

Firoşkar Sedat Heymana dibêje “Rewşa xelkê nebaş e û zehmet e, lê li cem me hinek din erzanî heye, erê dibe ku tiştê em difiroşin gellek bi kalîte nebe lê tiştê ku li marketan 120 lîreyan em didin 60 lîreyan, ez cejna hemû Kurdan pîroz dikim.”

Li gorî encama lêkolîneke mondelez international li gorî cejna remezana sala borî bihayê şekirên cejnê li nav bazaran ji sedî 32 zêde bûye, li marketan bihayê şekirên cejnê yên herî erzan sala borî 75 lîre bûn îsal bûne 99 lîre.

Firoşkar Kemal Şekercî got “Li gorî sala borî bi ditîna min 50 heta 70 ji sedî ferq heye, biha bilind bûne. Xelkî pare nîne û naxwazin xerca cejnê bikin, salên borî dikane me tijî dibû îsal weke berê xelk tine.”

Hemwelatî jî hest bi bilndbûna bihayan dikin, beşek hemwelatî jî  li gorî cejnên borî kêmtir kelûpelan dikirin.

Hemwelatî Mehmet Faruk Metîn anî ziman “Me ji bo cejnê sala borî şeker bi 20- 25 lîreyan dikirî niha 50- 60 lîreyan ne. Rastî ji bo me zehmet e.”

Welatî Huseyin Kulaga diyar kir “Biha zêde bilind bûne, bihayê her tiştî zêde ye. Ez nekarim kincan bistînim, kincê zarokan dibêjin 500 lîre, 450 lîre. Cotekê solan 500 lîre, em nikarin bikirin em ji Meletî ji herêma erdhejê hatine.”

Li gorî encama lêkolîna Mondelez International li tirkiyê ji bo cejnê 24- heta 26 hezar ton şekir û loqum şirinayiyên cejnê tê firotin û qebareyê bazarê jî digehe derdora 1.2  Milyar lîreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst