Piştî mazotê îro jî benzîn biha bû

14-09-2023
Nîşan Mazot Benzîn Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îro bihayê benzînê jî 1,64 lîreyan zêde bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku doh mazot 2,3 lîreyan biha bû, îro jî bihayê benzînê 1,64 lîreyan hat zêdekirin.

Piştî ku bac hatin zêdekirin û lîreyê Tirkî nirxê xwe ji dest da mazot û benzîn her diçe ku bihatir dibin.

Doh li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê mazotê 2,03 lîreyan hatibû zêdekirin.

Piştî wê bihabûnê îro jî bihayê benzînê jî 1,64 lîreyan hat zêdekirin.

Bi bihayê nû re lîtreya benzînê li Stenbolê gihişt 38,47 lîreyan, li Enqereyê gihişt 39,10 lîreran û li Îzmirê jî gihişt 39,22 lîreyan.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bihayê lîtreyeke benzînê nêzîkî 40 lîreyî dibe.

Berî hillbijartina 14ê Gulanê lîtreya benzînê di navbera 18 û 19 lîreyan de bû.

Benzîn ji 14ê Gulanê heta niha ji sedî 95 bûye.

Herwiha ji dema piştî hilbijartinan û heta niha bihayê mazotê zêdeyî ji sedî 100 hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst