Otobusa Wanê wergeriya: 15 kes birîndar bûn

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Otobusa Rêwiyan Wan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kirşehîrê otobuseke rêwiyan ji rê derket û qulibî, di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Qeza demjimêr derdora 04:00ê sibehê li ser rêya Kirşehîr-Kayseriyê çêbû.

Li gorî zanyariyan otobuseke rêwiyan a ku ji Enqereyê diçû Wanê ji ber sedemeke nediyar ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Li gorî zanyariyên destpêkê 15 kesên di otobusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirşehîrê.

Herwiha hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst