Serokê TASAMê: Talibanê ti garantî nedaye Tirkiyê

16-08-2021
RÛDAW
Suleyman Şensoy beşdarî bultena Rûdawê bû û helwesta Tirkiyê ya derbarê Efxanistanê de nirxand
Suleyman Şensoy beşdarî bultena Rûdawê bû û helwesta Tirkiyê ya derbarê Efxanistanê de nirxand
Nîşan Efxanistan Kabul Talîban Tirkiye TASAM Suleyman Şensoy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tirk-Asyayê (TASAM) Suleyman Şensoy ragihand ku Tirkiyê ji Talîbanê garantî wernegirtiye ku eger li Exfanistanê bimîne ew dê êrişî wan neke.

Talîbanê li gel paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê, kontrola 31 ji 34 parêzgehên wî welatî xist bin kontrola xwe. Lêbelê, Tirkiyê berevajî gelek welatan, heta niha balyozxaneya xwe ya li Kabulê vala nekiriye û hemwelatiyên xwe ji Efxanistanê dernexistine.

Serokê TASAMê Suleyman Şensoy beşdarî bultena Rûdawê bû, ev helwesta Tirkiyê nirxand û got ku Tirkiyê ji Talîbanê ti garantî wernegirtiye.

Suleyman Şensoy diyar kir ku Tirkiye helwesteke wek a Rûsyayê, Îran û Çînê nîşan dide û got: “Demek dirêj e Tirkiye li wir dixebite. Pirsgirêka Tirkiyê nîne ku çi awayekî fermî an nefermî, xwe bigihîne endamên Talîbanê. Herwiha ji bo Tirkiyê pir hêsan e ku bi lijneya danûstandinan a li Dohayê re hevdîtian bike. Ez bawer nakim ku Tirkiyê garantiyek taybet ji Talîbanê wergirtibe.”

“Xwe wek berendamên rêvebirina dewletê nîşan didin”

Têkildarî  îdiaya dibêje “Amerîkayê di danûstandinan de tenê şertek daniye pêşiya Talîban, ew jî ew e ku xwe dûrî El Qaîde bigre”  wiha got: “Daxuyaniyên Talîbanê yên heta niha ji bo her kesî surprîz bûn. Ew ne wek rêstinekê lê wek berendamê rêvebirina dewletekê daxuyaniyên xwe dide. Herwiha parastina helwesta xwe ya îdeolojîk didomîne. Dibe ku bi El-Qaîde re tifaqek defakto çênebe. Ez di wê baweriyê de me ku ew dikarin vê hêviyê bicîh bînin. Ji ber ku hin mercên Çînê hene bêyî ku navê rêxistinê bide pêş. Lê hêj zû ye ku em li ser wan tiştekî teqez bêjin. Lêbelê, em dikarin bibêjin ku daxuyaniyên heya niha berevajî ya ku cîhan hêvî dikir e.”

Di bersiva pirsa “Talîban ka ji bo paşerojê çi stratejiyê pêş bixe an li Efxanistanê çi bike de? Şensoy got: “Talîban bi nîşandina tirsê heta niha îmaja xwe parast. Li paş, ketina bilez a parêzgehên Efxanistan û Kabulê ev tirs heye. Lêbelê Talîban di daxuyaniyşn xwe de dibêje ku ew kesên ji hukûmetê re xizmet kirin wan efû dike û ew dikarin vegerin malên xwe. Ev jî nîşan dide ew li gor dagirkirina Îslamî tevdigere. Di vî warî de, dem dê diyar bike ka ew dê çawa dewletê birêve bibin. Herwiha, Talîban ne rêxistinek yekparêz e. Baskê leşkerî û baskê sivîl di hundurê xwe de baskên bi hêviyên cihê hene. Di dema parvekirina desthilatdariyê de ew dê çawa tevbigerin û gelo dê diyar bike pirsgirêkek çêbin an na.”

“Wateya danûstandinên bi Amerîkayê re nema”

Derbarê Tirkiye dê parastina balafirxaneya Kabulê li xwe bigre de jî Şensoy wiha got: “Bi ketina Kabulê re ew hemû danûstandin jî bê encam man, ji ber ku Tirkiye di çarçoveya NATOyê de li wir bû. Piştî ku Amerîka û hevpeymanên wê derketin, erka NATOyê bidawî bû û Kabul bêyî lihevkirinek di navbera Amerîka û Tirkiyê de ket di destê Talîbanê de. Leşkerên Tirk ên ku li wir in dê çawa werin vekişandin, û ew di kîjan şert û mercan de bimînin dê li gorî geşedanên bi rêveberiya nû re bêne diyarkirin. Lê ti wateya danûstendinên bi Amerîkay re yên ji bo parastina balafirxaneya Kabulê nema.”

“Dibe ku koçber pêl bi pêl neyên”

Li ser pirsa “Plana Tirkiyê ji bo koçberan çi ye, dê serederiyeke çawa li gel hatina pêla koçberan bike?” Serokê TASAMê got: “Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Sererkanê Giştî û fermandarên leşkerî li xeta sînor lêkolînê xwe kirin û tedbîrên hatine kirin şopandin. Serokomar jî di derbarê koçberan de axivî, lê ev kêşeyek mezin e. Tirs dibe sedema pêla koçberiyê. Stratejiya Talîban û pêşwazîkirina wê dê diyarker be. Efer ew wekî wek dewleteke nerm tevbigere, hatina koçberan dê bi demê re raweste. Her çend hatina koçberan kêm bibê jî divê Tirkiye pêşiya hatina koçberan bigire û sînorên xwe biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst