Jineke Brîtanî piştî ku li Tirkiyeyê emeliyat bû mir

Duh li 11:37
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Tirkiye Emeliyat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Brîtanî ya 20 salî li Tirkiyeyê piştî emeliyata zeîfbûnê mir.

Li Tirkiyeyê bi taybetî di neştergeriyên estetîk û zeîfbûnê de xemsarî û îhmalkariyên di sektora taybet a tenduristiyê de bi dawî nayên.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin Morgan Ribeiroya 20 salî ku li bajarê Londonê yê Brîtanyayê dijiya 5ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji ber kîloyên xwe yên zêde xwest neştergerî jê re were kirin.

Bêyî ku bizane “ji ber erzaniyê” li nexweşxaneyeke taybet a Tirkiyeyê ew neştergerî ji xwe re da kirin.

Şaşiyeke bijîşkan a di neştergeriyê de bû dawiya jiyana wê.

Li gorî zanyariyan dema Morgan Ribeiroya 20 salî piştî neştergeriyê vegeriyaye welatê xwe di balafirê de rewşa wê têk çûye û piştî wê jî miriye.

Di encama lêkolînan de derket holê ku bijîşkan di neştergeriyê de roviya wê ya zirav biriye.

Dayika wê xwest ku bijîşk û kesên ku xemsarî û îhmalkarî kirine û bi vê yekê bûne sedema mirina keça wê werin cezakirin û derbarê wan doz tomar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst