Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirşehîrê ya Tirkiyeyê minîbûsa veguhestina karkeran û 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di vê qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
Qezayê îro li ser rêya Kirşehîr û Kamanê rû da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînên destpêkê, di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Kirşehîrê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse