Kiliçdaroglu berpirsekî CHPê ji kar dûrxist

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 CHP Kemal Kiliçdaroglu Onursal Adigûzel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê yê bo karûbarên encamên hilbijartinan û endamê Desteya Rêvebir a partiyê Onursal Adigûzel ji kar avêt.

Rojnameger Îsmaîl Saymaz ev nûçe ragihand. Saymaz di bernameyeke televîzyona Sözcü de diyar kir ku piştî aşkerebûna encamên hilbijartinan Kiliçdaroglu bi biryarekê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê yê bo karûbarên Teknolojiyên Ragihandin û Agahiyan Onursal Adigûzel ji kar dûrxistiye.

Paşê Onursal Adigûzel bi xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ku wî ji erka xwe ya di CHPê de îstifa kiriye.

Adigûzel ragihandiye: “Ji ber nêrîna nerênî ya gel, her çend êvara hilbijartinê sîstemên me kar dikirin û ti pirsgirêkek teknîkî tunebû jî, ji bo ku zirarê negihe proseya hilbijartinê ya serokê me yê birêz Kemal Kiliçdaroglu, ez dest ji karê xwe yê ku ji sala 2018an vir ve dikim, berdidim.”

 

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin û encamên ku ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ve hatine belavkirin, ne li gor texmînên CHPê û eniya opozisyonê û herwiha ne li gorî pêşbîniyên di piraniya rapirsiyan (anketan) de bûn.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, lê ji ber ti yek ji wan nekarî rêjeya 50+1 misoger bike, hilbijartin derbasî gera duyem bû.

Gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê dê di 28ê Gulanê de (12 rojên din) bê lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst