Piştî nîqaşên li ser Şêx Seîd, Ensarîoglu ji ÎYÎ Partiyê îstifa kir

15-12-2023
RÛDAW
Salîm Ensarîoglu /Wêne: Rûdaw
Salîm Ensarîoglu /Wêne: Rûdaw
Nîşan Salîm Ensarîoglu Şêx Seîd ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu piştî ku ji ber axaftinên xwe yên derbarê Şêx Seîd de sewqî disiplînê hat kirin, ji partiya xwe îstifa kir.

Navlêkirina navê Şêx Seîd ji bo rêyeke li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê Şaredarê Qeyûmê ve ev demeke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bûye sedema nîqaşan.

Bi taybetî aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê piştî vê yekê bertek nîşan didin û car caran çêr û heqaretan li şexsiyata Şêx Seîd dikin.

Lê Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu tevî ku di nav partiyek nijadperest de ye heqaretên li dijî Şêx Seîd qebûl nekirin û nerazîbûn li hemberî wan aliyan nîşan da.

Lewra ÎYÎ Partiyê ragihand ku wan ji ber gotinên derbarê Şêx Seîd de li dijî parlamenterê xwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu pêvajoya disîplînê daye destpêkirin.

Ensarîoglu piştî biryarê bi peyamnêrê Rûdawê re axivî.

“Ev ne sira dewletê ye”

Ensarîoglu diyar kir ku biryara disiplînê ji bo wî ne girîng e û got:

“Ji bo min nêrîna min, herêma min û welatê min girîng e. Bersiva dane min û biryara li ser min girtine şaş e. Nêrîna min rast e.

Ez dibêjim Şêx Seîd û hevalên wî hatine darvekirin û ev biryara hatiye girtin jî cihê nîqaşê ye.

Rast an xelet, hatine darvekirin û cezayê xwe girtine lê pêwîst e cenaze werin dayîn.

Cenazeyên Topal Osman, Îskîplî Atif Hoca radestî malbata wan kirin. Pêwîst e cenazeyê van kesan jî bêne dayîn.

Cenazeyên Şêx Seîd, Seyîd Riza nehatin dayîn. Cenazeyê Bedîuzeman (Mele Seîdê Kurdî” hate dîtin lê piştre cenaze derxistin û winda kirin.

Ev yek şerm e. Nedayîna cenazeyan dibe sedem ku di navbera gel û dewletê de nexweşî derkevin.

Ev tişt wekî sireke dewletê nîşan didin. Bi vî awayî cidiyeteke dewletê namîne.”

“Em nikarin her tiştî qebûl bikin”

Ensarîoglu bal kişand li ser darvekirina Adnan Menderes û got:

“Em nikarin her tiştî qebûl bikin. Tiştê pêwîst divê were kirin. Em nikarin bi vî rengî bigihîjin cihekê.

Em dibêjin Tirk û Kurd bira ne û ev al ya me hemûyan e. Tişta ku ez dixwazim diyar e.

Ez dixwazim cenaze werin radestkirin. Eger em van yekan nekin dê dewlet û gel lihev nakin. Em nikarin bigihêjin cihekî jî.

Heta ku şerê Kurd û Tirkan bi dawî nebe dê ev dewlet mezin nebe.”

“Eger em nikarin, em bihevre naxebitin”

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya “We li ser biryara disiplînê bi seroka partiyê re axivî” Ensarîoglu wiha bersiv da:

“Ez bi kesî re neaxivî û ez lê jî negeriyam.  Eger ez nikaribin fikrên xwe bînim ziman, wê demê çi azadiya xelkê dimîne.

Em çawa dikarin vê azadiyê pêşkêşî xelkê bikin. Biryara wan a disiplînê şaş e.

Min hîna jî vê biryarê fam nekiriye. Ev yek jî ji min re negirîng e. Eger em nikarin bi hev re bixebitin, em naxebitin.

Ez ne li ser daxwaza partiyê, ez li ser navê vî gelî û Kurdên muhafazekar beşdarî partiyê bûm.

Ez parlamenterê vî welatî me, eger şaşiyek hebe ez dê biaxivim.”

Ensarîoglu ji bo pirsa peyamnêrê Rûdawê ya “Her kes dibêje çawa Kurdek li partiyek wiha dixebite” wiha anî ziman:

“Ez Kurd im lê naxwazim li Amedê dewletek ava bikim û li wir bijîm, Stenbol, Bodrûm jî bajarê min in.

Nabe ku Kurd hemû di partiyekî de cih bigirin. Wê demê dibe cihêkarî. Pêwîst e Kurd jî, Çerkez jî, Tirk jî li partiyên cuda bibin namzet.

Kes nikare min derbixe, ez dê tişta pêwîst bikim.”

Ensarîoglu îstîfa kir: Bêdengiya li hember neheqiyê bêhûrmetiya li dijî Xwedê ye

Li aliyê din Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu ku partiya wî ji ber xwedî derketina li Şêx Seîd derbarê wî de pêvajoya disîplînê dabû destpêkirin ji partiya xwe îstîfa kir.

Ensarîoglu got, “Divê baş bê zanîn ku Şêx Seîd, Bedîûzeman Seîdê Nursî û Seyîd Riza nirxên girîng ên navçeya min in.

Bêdengiya li hemberç neheqiyê bêhûrmetiya li dijî Xwedê ye. Ji ber wê hurmeta xwe ya bo Xwedê ez bi  raya giştî didim zanîn ku min ji ÎYÎ Partiyê îstîfa kiriye.”

Piştî ku navê Şêx Seîd li wê rêyê hat kirin di serî de ÎYÎ Partî  beşek ji aliyên nijadperest, komarî û çepgirên Tirkiyê sivkatî û heqaret li Şêx Seîd kirin û hîn ev mijar demek e di rojevê de ye.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu ku bi xwe xelkê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye heftiya borî beşdarî nîqaşên derbarê Şêx Seîdê Pîranê de bibû.

Ensarîoglu berovajî partiya xwe gotinên li dijî rêberê gelê Kurd Şêx Seîd Efendî red kiribûn û  li ser hesabê xwe yê civakî medyaya  Şêx Seîd “wek nirxkek girîng ê navçeyê” binavkir û  xwedî lê derketibû.

ÎYÎ Partî ji ber wê xwedî derketina Salîm Ensarîoglu ya li Şêx Seîd derbarê wî de proseya lêpirsînê dabû destpêkirin û ragihandibû ku ew bi ti awayî gotinên Parlamenterê xwe qebûl nakin.

Ensarîoglu roja îro piştî vê biryarê  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wî ji partiya xwe  îstîfa kiriye.

Salîm Ensarîoglu  di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew di mijara Filistînê û çend mijarên din de ligel partiya nakok bû û got:

“Lê nakokî bi vê yekê neman ez  piştî  wê bersiva ku min li dijî heqaretên aliyên bêhed ên li dijî Şêx Seîd yek ji şexsiyetên girîng ên navçeyê  de ye, li ser medyaya civakî di serî de ji aliyê kesayetên di nav partiya xwe de û aliyên faşîzan ve rastî lîncê hatim ku min di wê bersivê de weke mînaka Xoce Atifê Îskîlêpî bi awayekî mirovî û meqûl daxwaz kiribû cenezayên wan (Şêx Seîd û hevalên wî) bên radestkirin.”

Salîm Ensarîoglu amaje bi wê yekê da ku berpirsên partiya wî li hember kampanyaya lînçkirinê ya li dijî wî bi ti awayî  piştevaniya wî nekirine û berovajî wê derbarê wî de proseya lêpirsînê dane destpêkirin û got:

“Divê baş bê zanîn ku Şêx Seîd, Bedîûzeman Seîdê Nursî û Seyîd Riza nirxên girîng ên navçeya min in.

Biryara dayîna disîplînê ya daxuyaniya min amajeyeke ku êdî ÎYÎ Partî ne xwedî nerîna Rastgir a Navendî ye.

Ev helwest nîşan didde ku êdî partî ji felsefeya xwe ya netewperwerî û nasnameya xwe ya demokratîk û geşdanê dûrketiye û tehemila wê li hember nerînan û nasnameya demokratîk nemaye.

Ji ber vê  jî rastiyên siyasî  ku ez û ÎYÎ Partî anîne ba hev li holê nemane.”

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê herî dawî di daxuyaniya xwe de got, ”Ez bi ti awayî xwe ji parastina wan rastiyên ku ez jê bawer dikim nadim paş û berdêla wê çi dibe bila bibe.

Weke ku Hezretî Bedîûzeman Seîd Nursî dibêje: Bêdengiya li hember neheqiyê bêhûrmetiya li dijî Xwedê ye.

Ji ber wê hurmeta xwe ya bo Xwedê ez bi  raya giştî didim zanîn  ku min ji ÎYÎ Partiyê îstîfa kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst