Serokê ÎYÎ Partiyê gef xwar: Çi bi serê Şêx Seîd û Seîd Riza hat dê were serê we jî

2 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan ÎYÎ Partî Musavat Dervîşoglu Tuncer Bakirhan Şêx Seîd Seyît Riza Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu gef li DEM Partiyê xwarin û got, “Komara Tirkiyeyê çi bi serê Şêx Seîd û Seyîd Riza anî dê heman tiştî bîne serê we jî.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê pêr bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm tayînî şaredariyên parêzgehên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê kirine.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Mêrdînê beşdarî çalakiya ji bo berteknîşandayînê bûbû û li wê derê axivîbû.

“Bila baş zanibin Seyîd Riza, Şêx Seîd û Mazlûm çi kir”

Tuncer Bakirhan gotibû:

“Bila baş zanibin ku Seyîd Riza çi kir, Şêx Seîd çi kir, Mazlûm, Denîz û Sakîneyan çi kir, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî dê heman tiştî bikin.”

Ev gotinên roja duşemê yên Bakirhan zora neteweperestên Tirk çû û çend roj in ji ber wan gotinan ew bûye hedef.

“Çi bi serê Şêx Seîd û Seîd Riza hat dê were serê we jî”

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu îro di civîna koma partiya xwe de gef li DEM Partiyê xwarin û got:

“Komara Tirkiyeyê çi bi serê Şêx Seîd û Seyîd Riza anî hûn dê heman miameleyê bibînin.

Bila her kes piştrast be çi tişta ku pêwîst be dê were kirin.”

Dema Tuncer Bakirhan gotinên derbarê pêşengên Kurdan de digot heman rojê Serokê CHPyê jî ji bo piştgiriya DEM Partiyê li Mêrdînê bû.

Ozgur Ozel jî derbarê mijare de diyar kir ku ew wê demê ji gotinên Bakirhan agahdar nebûye û anî ziman:

"Ti sûda wan gotinên ku Tuncer Bakirhan li wê derê kirine ji pêvajoya aştî û biratiyê re nîne.

Lê eger Erdogan û Bahçelî her tim Ahmet Turkê ku bi berdewamî bi zimanê aştiyê û biratiyê diaxive bêdeng bikin vê carê kesên ku kêmtir behsa aştî û biratiyê dikin dê biaxivin.”

Bakirhan li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê tevî hemû gef û rexneyan tekezî li ser aştiyê kir û da zanîn:

“Kurd çareseriyê dixwazin. Kurd demokrasiyê dixwazin. Kurd dixwazin îradeya ku wan hilbijartiye wan bi rê ve bibe.

Kurd şer û pevçûnan naxwazin. Niha hûn biryarê bidin. Ev ezmûna we ye.

Eger hûn bibêjin çareserî va ye, em li vê derê ne. Eger hûn bibêjin çareserî Îmrali ye, li wê derê ye.

Eger hûn bibêjin aştî, dev ji polîtîkaya qeyûman berdin.”

DEM Partiyê piştî gotinên Tuncer Bakirhan ên li ser Şêx Seîd û Seyîd Riza ragihand ku ew gotin ji wateya xwe hatine dûrxistin û Bakirhan bi gotinên xwe rexne li rêbazên çaresernekirina Doza Kurd kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst