Bavê Denîz Poyraz: Dadger û dozger kujer diparêzin

15-10-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Doza Denîz Poyraz Îzmîr Abdulillah Poyraz Fehîme Poyraz HDP
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Doza Deniz Poyraz ku du rojan hatibû başxistin careke din bi ragêşî û aloziyan derbas bû. Dadgehê beşek parêzerên malbatê negirtin hundir û li ber girtîgehê jî midaxale li malbat û parêzeran hat kirin. Bavê Denîz Payraz got “Ti hêviya me ji wan tinye. Bi berdewamî dadger û dozger kujer diparêzin.” Herwiha Diya Denîz Poyraz dibêje “Dewlet li pişta kujer e”

Pêşiya dadgeha îzmirê ye û îro 5emîn danişîna doza Denîz Poyraz e. Dora dadgehê hatiye dorpêçkirin lê malbat û parêzerên wan û gelek baro û sazî bo piştgiriyê amade ne.

Abdulillah Poyraz bavê Deniz Poyraz dibêje “Ti hêviya me ji wan tinye. Çar (rûniştin) derbas bûn, ev ya 5êmin e. Ez wilo texmîn dikim, eynî weka çaremîn çewa derbas bû, dê ev jî weke wê derbas bibe. Bi berdewamî dadger û dozger kujer diparêzin. Em vê yekê dibînin, her kes dibîne ev li ber çavan e.”

Fehîme Poyraz dayika Deniz Poyraz got “Ji xwe kujer li wê derê bertekê jî dide me, dewlet li pişta wî ye. Eger dewlet ne li pişta wî bûna, gef li me nedixwar. Ji me re gotinan nedigot, weke ku em sûcdar in ew ne sûcdar e. Me li wê derê sûcdar îlan dike.”

Di destpêka dozê de alozî û ragêşîjî di hundirê salonê de yekser destpê dike. Dadgeh careke din hemû daxwazên malbatê red dike û doz bo du rojan texîr dibe.

Parlementerê HDPê Murat Çepnî diyar kir “Ji destpêkê ta dawiyê bêhiquqîyek berdewam e. Ew qetliyam bi awayekî plankirî qewimîbû û hemû delîl jî li holê ne. Tawanbar bi rênîşandana yên li pişt xwe ew kar kir û zane wê bê ceza bimîne. Ew kuştineke siyasî ye.”

Li pêşiye girtîgeha Alîaga doz êdî wê li vir si salona li nava girtîgehê berdewam bike. Lê dadwer lîsteyek daye leşkeran û bêyî wan parêzerên ku bi fermî malbatê biparêzin kesekî nagirin hundir. Ne rojnamevan, ne parlementer ne kesekî din. Piştî nîqaşek dirêj rewş ew e û ew kes jî serokê baroya îzmirê ye.

Serokê Baroya Îzmîrê Ozdemir Yucel ragihand “Dezgeyê ku bo parastina kujêran amade kirin ev e. Dema em dibên li nava girtîgehê dadgeh nabe, qesta me ev e. Li vir daraz nabe. Bo ku parêzeran negrin hezar tiştî dikin. Ewên ku îro vê kirinê bi me dikin divê zanibin mu kujêrekî diparêzin. Ew li vir namîne û ezê vî kirasê xwe weke nîşaneya vê nobraniyê veşêrim.”

Deniz Poyraz di 17ê Hezîrana 2021an de li mavenda HDP ya vî bajarî hatibû kuştin. Gelek belge û parêzer piştrast dikin ku li pişta tawanbar Onur Gencer hin kes yan hêzek heye û dadgeh tu daxwazan qebûl nake û rê nade ku ew eşkere bibin. Doz bêyî ku parêzerên malbatê hebin hate dîtin û bo demek din hat paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst