Destnîşankirina biyaniyan di nava malbatên Tirkiyê de bûye rojev

15-10-2022
RÛDAW
Destnîşankirina biyaniyan di nava malbatên Tirkiyê de bûye rojev
Destnîşankirina biyaniyan di nava malbatên Tirkiyê de bûye rojev
Nîşan Tirkiye Koçber Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê, desnîşankirina tomarên kesên biyanî di xaniyên hejmareke malbatan, di tomarên malpera elektronî ya dewletê de ku zanyariyên şexsî û tomarên niştecihbûnê tê de hatine tomarkirin, bûye sedema nîqaşan. Wezareta Navxwe heta niha ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Partiyên opozîsyonê ji ewlehiya hilbijartinan dilgiran in. Berdevkê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê daxwaza zelakirinê ji saziyên fermî yên dewletê dike.

Wezîrê navxwe yê Tirkiye, 19ê Tebaxê ragihand, hejmara koçberên Sûrî yên li Tirkiye niştecih, 3 milyon û 646 hezar û 278 kes in. Welatîname bo 211 hezar koçberên Sûrî hatiye dayîn û ji wê hejmarê 120 hezar kesan  di hilbijartinên 2023ê de mafê dengdanê heye.

Parlamenterê CHPê Turan Aydogan anî ziman, “Eger li vî welatî li gor maddeya pêncem ya destûrê hêzên emnî û wezaeta navxwe hene û berpirsên parastina ewlehiya me ne, li navnîşanên me kesên zêde hebin û ji wê bê agahî bin, wate vî welatî birêvenabin. Eger agahiya wan jê heye wate hevbeşên tawanê ne. Niha hûn kîjan ji wan in hilbijêrin. Yan binêjin haya me jê nine, yan jî bibêjin haya me jê heye. Her du bijarde li xaniyên di berpirsiya we de tên tomar kirin.”

Partiyên opozîsyonê ji ewlehiya hilbijartinan nîgeran in. Berdevkê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê daxwaza zelakirinê ji saziyên fermî yên dewletê dike.

Berdevkê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Îdrîs Şahîn got, “Li Stenbolê, li Îzmîr, li Bursa, îro jî welatiyekî niştecihiyê Konyayê dibêje di xaniyê wî de ji derveyî endamên malbata wî dû kes hatine tomarkirin. Belge nîşan dide belge. Li beramber vê saziyên dewletê çi dikin. Ti tiştekê nakin. Rêveberiya Nasnameyê vê dixe stûyê îderaya koçê ş ew jî dixin stuyê wezareta navxwe. Nikarin bi vê yekê xelkê manûpûle bikin.”

Li gor amarên îdereya koçê ya Tirkiyê ku 18ê Gulana 2022ê belavkirine, 5 milyon û 506 hezar û 304 kesên  biyanî li Tirkiyê dijîn.

Wezîrê navxwe yê Tirkiye, 19êyî Tebaxa 2022ê ragihand, hejmara koçberên Sûrî yên li Tirkiye niştecih, 3 milyon û 646 hezar û 278 kes in. Welatîname bo 211 hezar koçberên Sûrî hatiye dayîn û ji wê hejmarê 120 hezar kesan  di hilbijartinên 2023ê de mafê dengdanê heye.

Ji bo piştrastbûna ji wê yekê ku ew biyaniyên welatîname bi wan hatiye dayîn di hilbijartinên giştî yên 2023an de deng nadin, parlamenterekî CHPê Çarşema borî projeyasayek pêşkêşî parlamentoyê kir.

Daxawaz dikin ew biyaniyên li Tirkiye welatîname wergirtine ji dîroka wergirtina welatînameyê ve, di hilbijartinên yekem de mafê dengdanê hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst