Alî Yerlikaya hejmara koçberên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçber Hejmar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ragihand, li Tirkiyê bi tevahî 4 milyon 643 hezar koçberên biyanî hene ku jê 3 milyon û 254 hezar û 904 koçber Sûriyeyî ne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya îro li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê budceya sala 2024an a Wezareta Navxwe de axivî.

Alî Yerlikaya di axavtina xwe de hejmara koçberên biyanî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Yerlikaya derbarê operasyonên li dijî qaçaxçitiya koçberan got:

“Ji 1ê Kanûna Paşîn heta 1ê Çiriya Paşîn a 2023yan li tevahiya Tirkiyeyê li dijî qaçaxçitiya koçberan 5 hezar û 80 operasyon hatine kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 8 hezar û 333 kes hatin desteserkirin û ji wan 2 hezar 543 kes hatin girtin. Di operasyonan de 205 hezar û 368 koçber hatin girtin.”

Yerlikaya da zanîn ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 254 hezar û 904 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de hene û got:

“Milyonek û 129 hezar û 614 biyanî jî bi destûra niştecîbûnê dimînin. 259 hezar û 468 biyaniyên di bin parastina navdewletî de hene. Bi tevahî 4 milyon û 643 hezar û 986 koçber hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst