Serokê CHPyê li ser Demîrtaş û qeyûman axivî

15-06-2024
Nîşan Ozgur Ozel Selahattîn Demîrtaş Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser Selahattîn Demîrtaş û qeyûman peyam dan.

Ozgur Ozel pirsên T24ê yên li ser rojevê bersivandin û bal kişand ser mijara qeyûman.

“Divê dev ji siyaseta qeyûman berdin”

Ozel bi bîr anî ku desthilatê serdema borî qeyûm danîbûn ser hemû şaredariyên HDPyê û got:

“Ez wiha bibêjim, ên li Manîsayê dikarin serokê şaredariyê hilbijêrin. Ên li Osmaniyeyê dikarin hilbijêrin, ên li Rîzayê dikarin lê yên li Amedê nikarin.

Dema hildibijêrin qeyûm datînin ser, wekî mînak Colemêrg.

Serdema borî hema bêje qeyûm danîn ser hemû şaredariyên HDPyê.

Heke normalbûn dest pê bike divê dev ji siyaseta qeyûman berdin, ev li cem Kurdan wiha ye.”

Ozgur Ozel diyar kir ku ew ji destpêkê ve li dijî danîna qeyûman in û got, “Em bi şandeyeke bihêz li Colemêrgê bûn, me berteke xwe jî got.”

Serokê Giştî yê CHPyê diyar kir ku ew dixwaze piştî cejnê here Mêrdîn û Amedê û qehweyeke Ahmet Turk vexwe.

“Ez dixwazim seriyekî bidim Birêz Demîrtaş”

Ozgur Ozel pirsa Murat Sabuncu ya bi şiklê “Gelo hûn dê li Girtîgeha Edîrneyê seriyekî bidin Selahattîn Demîrtaş?” wiha bersivand?

“Ez dê demek guncav seriyekî bidimê. Ez dixwazim demeke rast û atmosfereke baş be.

Ez dixwazim ev ziyaret ne sembolîk be. Ez dixwazim bi Birêz Demîrtaş re civîneke wekî maseya xebatê bikim.

Ez dê wî ziyaret bikim lê me hîn dema ziyaretê destnîşan nekiriye.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3ê Hezîranê qeyûm danîbû ser Şaredariya Colemêrgê ku di destê DEM Partiyê de bû.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst