Li Antalya du dayikên êşa wan yek e ji YSPê bûne berbijêr

15-04-2023
RÛDAW
Li Antalya du dayikên êşa wan yek e ji YSPê bûne berbijêr
Li Antalya du dayikên êşa wan yek e ji YSPê bûne berbijêr
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Antalya YSP Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê 2 dayîkên ku ku kurên wan bûne qurbanî ji Partiya Çep a Kesk bûne berbijêrên parlamenteriyê.

Li Antalyayê 2 dayîk di lîsteya Partiya Çep a Kesk de ji Partiya Kedê bûne berbijêrên parlamenteriya, ku kurên wan bûne qurbanî û kurê yek ji wan dayîkan di teqîna li Enqerê û ya din jî di Kana Somayê de bûye qurbanî. Ew dixwazin biçin parlamentoyê hesabê wan bûyeran bipirsin ku zarokên wan jî têde bûne qurbanî.

Kurê Zohre Tedik di encama teqîna 10ê Cotmeha 2015an li Gara Trênê ya Enqerê canê xwe ji dest daye û dayik dibêje eger bê hilbijartin dê ji kujeran hesabê kurê xwe li parlamentoyê bipirse.

Berbijêra Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Keskê Zohre Tedik got: “Eger bêm hilbijartin, dz dê destpêkê ligel pirsgirêkên jinan, ciwanan, karkeran û kedkaran li ser pirsgirêka edelatê ya Tirkiyê kar bikim û bi taybetî jî hesabê wê komkujiya li Enqerê ku 103 kesan canê xwe ji dest dabûn bipirsim.”

Dayika Gulsum jî kurê wê di teqîna Somayê de canê xwe ji dest daye û dibêje di wê bûyerê de edalet pêk nehatiye û kesên hatine girtin jî yek bi yek hatine berdan.

Berbijêra Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Gulsum Çolak jî wiha axivî: “Êdî bila bi kuştina mirovan kesek siyasetê neke. Ji bo jiyaneke baş em dê her behs bikin û têbikoşin, nizanim bibihîzin an na lê em dê her dubare bikin. Em dê wan fêrî hezkirina mirovan bikin, ne ya pereyan.”

Partiya Kedê yek ji pêkhateya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ye û di lîsteya Partiya Çep a Keskê de dikeve hilbijartinên 14ê Gulanê. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar ragihandibû %45 kota dane jinan û dixwazin li parlamentoya Tirkiyê hejmara parlamenterên jin zêdetir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst