Soylu: Erdogan di gera yekem a hilbijartinan de bi ser dikeve

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartinên Tirkiyê Suleyman Soylu Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di bernameyeke televîzyonê de ragihand ku niha rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derdora ji sedî 50 kom yek heta yek û nîv e û got: “Em di gera yekem a hilbijartinan de Serokkomariyê bidestdixin.”

Rojeva sereke li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên 14ê Gulanê ye.

Di wan hilbijartinan de dengder hem bo Serokkomariyê hem jî bo parlamenteriyê deng didin. Bi berdewamî kompanyayên rapirsiyan  derbarê hilbijartinan de pêşbîniyên xwe belav dikin.

Yek wan pêşbîniyan jî ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu hat.

Soylu di bernameyeke televîzyonî de ragihand  rêjeya dengên Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayîp Erdogan niha derdora ji sedî 50 kom yek heta yek  û nîv e û got: “Em îro bi izna xwedê di gera yekem a hilbijartinan de Serokkomariyê bidestdixin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got: “Ti kesek dernakeve û li hember civakê bibeje ku ew dê di hilbijartinan de têk biçe. Divê wiha dernekeve. Ev 35 sal in ez di nav siyasetê de me. Tecrubeyeke me heye û ez qadê dibînim. Ez bi başî dibîhîzim ku welatiyên me çi dibêjin. Siyaset meseleyeke rasyonel û zanistî ye.”

Ji bilî 28 roj ji bo hilbijartinên giştî li pêşiya xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ne.

Bo hilbijartinên Serokkomariyê Serokê CHPê û  berbijêrê Hepeymaniya Millet bo postê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayîp Erdogan, berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Înce û berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan di hevrikiyê de ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst