Baroya Stenbolê giliyê namzedê AK Partiyê Murat Kurum kir

15-02-2024
RÛDAW
Nîşan Murat Kurum Baroya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Stenbolê piştî karesata kana zêr a li Erzinganê giliyê kompanyaya Anagold û namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Stenbolê Murat Kurum kir.

Baroya Stenbolê ragihand ku di çarçoveya tawanên warê kuştina mirov, bizanebûn qirêjkirina jîngehê, tevlîkirina madeyên jehrê û zererdayîna xwezayê de giliyê kompanyaya Anagol û Murat Kurum de gilî hatiye kirin.

Piştî bûyerê hatibû îdîakirin ku dema Murat Kurum wezîr bû di sala 2019an de biryara ji bo zêdekirina qebareya kana zêr a li Îlîçê erê kiribû.

Lê li beramberê wan îdîayan Kurum jî gotibû, “Me li gorî yasayê pêvajoyên hene biryar bicih kirin. Piştî bi raporan hat tespîtkirin ku tedbîr hatine wergirtin, wê demê kar careke din hat destpêkirin.”

Di belgeya giliyê de hatiye gotin:

“Di karesata kana zêr de zelal e  ku berpirsiyartiya hemû rayedarên biryar daye heye.

Kesên dijî hiqûqê tevgeriyane, dadwer, burokrat  û dozger jî qeysa kompanyaya kanê berpirs e ji rewşa çêbûye.

Divê polîtîkaya cezanekirinê bê terkkirin. Herwiha pêwîst e bilez delîlên girêdayî bûyerê bên tespîtkirin.”

Li navçeya Îlîçê a Erzinganê roja sêşemê kana zêr a li navçeyê herifî û 9 karker di bin de man.

Heta niha kar û xebatên rizgarkirina karkeran berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst