Li Bodrumê ser bi malên Kurdan de girtin

13-04-2022
RÛDAW
Nîşan Bodrum Newroz Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê polîsan ser bi malên Kurdan de girtin û 7 kesên ku hinceta beşdarî Newrozê bûne û bi îdîaya 'propagandayê' hatin desteserkirin.

Piştî pîrozbahiyên Newrozê li navçeyên Bodrum û Mîlasê yên bajarê rojavayê Tirkiyê Muglayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Polîsên Tirkiyê di çarçoveya lêpirsînê de ser bi malên hin welatiyên ku beşdarî Newrozê bûne de girtin û 7 kes bi tometa 'propagandaya PKKê' desteser kirin.

Hat destnîşankirin ku serdegirtinên malan bi biryara Rêveberiya Ewlehiya Muglayê û rêveberiyên polîsan ên navçeyê kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku polîsan dest danîne ser hin materyalên dîjîtal ên ku ji malên welatiyên hatin desteserkirin hatin dîtin.

Lêpirsîna li ser 7 Kurdan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst