AK Partî û MHPê pêşniyarnameya derbarê DAIŞê de red kirin

12-10-2022
RÛDAW
Nîşan AK Partî MHP DAIŞ HDP Enqere Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêşniyarnameya HDPê ya derbarê lêkolînkirina teqîna 10ê Cotmeha 2015ê ya DAIŞê li Enqerê  de, red kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh 11ê Cotmeha 2022ê derbarê êrîşa xwekujî ya DAIŞê ya li Enqerê ku di 10ê Cotmeha 2015ê de 103 kesan têde cane xwe ji dest dabûn û zêdeyî 500 kes birîndar bibûn pêşniyarnameyeke lêkolînê pêşkêşî parlamentoyê kir û daxwaz kir ku ew buyer bi hemû aliyan ve bê lêkolînkirin.  Lê ew pêşniyarname bi dengên partiyên desthilatê AKPê û MHPê hatin redkirin.

Parlamenterên opozîsyonê nerazîbûn li dijî redkirina vê pêşniyarnameyê nîşan dan.

Parlamenterê CHPê yê Enqerê Murat Emîr ameje bi bûyerên ku di navbera herdû hilbijartinên sala 2015ê qewimî de nîşan da û  got: “We bi  taybet di navbera Hezîran û Mijdarê de (serdema hilbijatinên 2015ê) Tirkiyê ber bi aloziyan ve rakêşa û dengên xwe zêdekirin. We hewl da desthilata xwe ya ku ji dest daye bi vî awayî careke din misoger bikin. We çavê xwe girt, we ji wê xwîn û aloziyan desthilateke nû ava kir.”

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî got: “Piştî teqîna yekem ambulans 45 deqeyan ambulans nû hat. Hewil hat dayîn ku rê li ber midaxalekirina birîndaran bê girtin, gaza rondikrêj hat avêtin û hewlên tendirustî hatin astengkirin û bi vî awayî bûn sedema mirina gelek kesan. Piştî vê bûyerê derbarê wan kesên li wir û hêzên ewlekariyê ku  tevî zanyariyên îstixbaratê tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê ne wergirtine, ti lêkolînek nehatiye destpêkirin û dozek jî nehatiye vekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst