Welatî nikarin ji bûkên xwe re zêran bikirin

12-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Welatî nikarin ji bûkên xwe re zêran bikirin
Welatî nikarin ji bûkên xwe re zêran bikirin
Nîşan Zêr Bihabûn
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Zeynep Xanim û hevjînê xwe dê hefteya pêşiya me daweta kurê xwe bikin. Ew dixwazin zêran ji bûka xwe re bikirin.

Wan ji bo kirîna zêran 80 hezar lîreyên Tirkî kredî ji bankayan deyn kiriye.

Meha kanûna paşîn a îsal bi wî 80 hezarî, 68 gram zêr dihat lê niha bi vî pereyî tenê 49 gram zêr tê.

"Ka em dê çawa bikirin"

Welatî Zeynep Kayayê li ser nirxê zêran got:

“Ka em dê çawa bikirin. Tenê mehaneya me ya malnişîniyê heye. Em dê çawa bi mehaneya malnişîniyê zêran bikirin.

Me ji bo kirîna zêran kredî wergirt. Em dê zêran bi krediyê bikirin. Ne hêsan e.”

"Bi Xwedê em mat mane"

Welatî Saîm Kaya jî anî ziman, “Gramek zêr bi hezar û 780 lîreyî ye. Bi Xwedê em mat mane, zêrê çaryek bûye 2 hezar û 800 lîre. Em nizanin em dê çi bikin.”

Hikûmeta Tirkiyeyê sala borî 265 ton zêr hawirde kiribûn lê hikûmet bi biryareke nû ji sedî 20 bac danî ser zêrên ku têne hawirdekirin.

Hikûmet herwiha amadekariyê dike ku kotayê dayîne ser hawirdekirina zêran. Ew jî dibe sedem ku zêr bihatir bibe.

“Baweriya kesî bi lîre nemaye”

Zêringer Mehmet Kaynarca jî li ser bihabûna zêran got:

“Zêr gelekî biha bûye, li gorî agahiyên digihêjine me dê bihatir jî bibe.

Ji ber ku qîmetê lîreyê Tirkî nemaye, her kes dixwaze pereyê xwe bike zêr. Baweriya kesî bi lîre nemaye.”

Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê meha kanûna paşîn a sala borî gramek zer bi 780 lîreyan bûye û meha kanûna pêşîn a heman salê bi hezar û 96 lîreyan bûye.

Herwiha meha kanûna paşîn a îsal jî zêr bi hezar û 161 lîreyan bûye ku niha bûye hezar û 680 lîre.

Welatî Sertaç Suslu jî got, “Tevî ku rewşa me baş e û ez li Amsterdamê dijîm, dawetên merivên me hene û em dixwazin zêran bikirin lê zêr gelekî biha ye.”

Bijişk Mehmet Saît Akyuz got, “Daweta keça hevalekî me yê doktor heye, ez niha diçim zêrekî bikirim, nizanim herî dawî zêr bi çiqasî bû lê ez dizanim ku sedema bihabûna zêr û dolaran ne xelkê Tirkiyeyê ye.”

Her dîsa li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê ji destpêka sala 2023yan heta meha tebaxê, gramek zêr bi qasî zêdetîrî 500 lîreyî biha bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst