Li Rojavayê Kurdistanê sotemenî biha bû

16-09-2023
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sotemenî Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Sotemeniyê ya Rojavayê Kurdistanê hinek cure sotemenî biha kirin.

Rêvebera Sotemeniyê ya Rojavayê Kurdistanê Ebîr Xalidê ragihand ku sedema bihakirinê, daketina bihayê lîreya Sûrî ye û zêdebûna xerciyên berhemanînê ye.

Bihakirina nû ya sotemeniyê bê derxistina ti biryareke fermî çêbûye.

Li gorî biryarê, sotemenî li ser firne, jeneratoran, alavên veguhestina navxwe û germkirinê nayê bihakirin.

Bihayê mazotê ji bo kargehan û gelek cureyên otomobîlan her lîtreyeke mazotê bû 2,300 lîreyên Sûrî.

Tu biryareke fermî bi vê yekê derneketiye û ji duh ve beşek ji benzînxaneyan frotina sotemeniyê rawestandiye û li benda bihayê nû ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst