Li Enqerê hinek mal, dukan û otomobîlên penaberên Sûrî hatin şewitandin

12-08-2021
Li Tirkiyê nerazîbûnên li hemberî penaberên Sûriyê zêdetir dibin
Li Tirkiyê nerazîbûnên li hemberî penaberên Sûriyê zêdetir dibin
Nîşan Tirkiye Penaberên Sûriyê Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê nerazîbûnên li hemberî penaberên Sûriyê zêdetir dibin û herî dawî li paytexta wî welatî bajarê Enqerê hinek mal, dukan û otomobîlên penaberên Sûrî hatin şewitandin.

Li Tirkiyê nerazîbûnên li hemberî penaberên Sûriyê her ku diçe zêdetir dibin. Li bajarê Enqerê alozî di navbera penaberên Sûrî û grûpekî ciwanên Tirk de derket.

Ciwanekî Tirk şeva Sêşemê ji aliyê penaberên Sûrî ve hat birîndarkirin, wî kesê birîndar doh li nexweşxaneya Enqerê canê xwe jidest da. Piştî wê yekê jî, grûpekî mezin a ciwanên Tirk li taxa Altindagê ya Enqerê êrîşî mal, dukan û otomobîlên penaberên Sûrî kirin. Zarok jî di nav de, gelek kes jî birîndar bûn.

Berpirsên wê navçeyê jî daxwaz ji ciwanan dikin ku nekevin nava lîstok û provakasyonan, lewra divê rê nedin aloziyên bi vî rengî. Serokê şaredariya Enqerê jî daxwaz ji hikûmetê kir ku planekî bilez a çalakiyan bo vegerandina penaberan deyne.

Di parçe vediyoyekê de diyar dibe ku polîs rêbendê li pêş êrîşkeran vedikin û rê nîşanî wan didin.

Hinek ji beşdarên êrîşa bo ser Sûriyan, bi acizî û tûreyî êrîşî siyaseta AK Partiyê dikin.

Welatiyek dibêje: “Me dengê xwe da AK Partiyê, em ji wan xirabtir bûn. Serok! Yan me bişînin, yan jî wan bişînin. Rewşa me ji ya wan xirabtir bûye.”

Di twîtekê de, Parzgarê Enqerê Vasip Şahîn derbarê bûyerê de gotiye: "Ew çend xwepêşandan û bûyerên ku îşev li navçeya me ya Altindagê qewimî ne, di encama hestyariya welatiyên me û xebatên hêzên me yê emnî de niha bi dawî bûne. Banga me ew e ku gelê me ji nûçe û weşanên provakatif bawer nekin."

Derbarê mijarê de Serokê Şaredariya Enqerê Mansur Yavaş got: “Divê hikûmet ji bo vegerandina mêvanan planekî çalakiyan a bilez amade bike.”

Ev ne yekemîn car e ku alozî di navbera Tirk û Sûriyan de li bajarên Tirkiyê derdikevin, û welatiyên Tirk bi şêweyekî komî êrîşî Sûriyên li Tirkiyê dikin.

Partiyê opozisyona Tirkiyê jî, bi taybet CHP, bi aşkereyî daxwaza derxistina koçber û penaberên Sûrî ji Tirkiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst